Konferansê bal kişand ser têkoşîna hevpar a li dijî qedexeyê
Di konferansê de ku doh danê êvarê qediya, beşdaran bal kişandin ser têkoşîna hevpar a ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê.
Di konferansê de ku doh danê êvarê qediya, beşdaran bal kişandin ser têkoşîna hevpar a ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê.
Konferansa bi navê "Qedexeya li ser PKK'ê ya 25 salan - Zexta 25 salan û demokrasiya ku xizmetê ji siyaseta derve ya Elman re dike" li paytexta Elmanya Berlînê pêk hat. Konferansê heta doh danê êvarê dewam kir. Di konferansê de ku li salona Navenda Giştî ya Partiya Çep "Karl-Lîebknecht-Haûs"ê pêk hat, siyaseta dewleta Elman a krîmînalîzekirina Kurdan hate nirxandin.
Beşa êvarê ya konferansê bi moderatoriya parêzer Antonîa von der Behrens, bi beşdariya hiqûqnasan dewam kir. Parêzer Lûkas Teûne û Serokê Komeleya Parêzeran a Komarger Dr. Peer Stolle qala darizandinên ji ber xala 129b a li Elmanyayê kirin ku weke 'qanûna antî-terorê' tê naskirin. Hiqûqnasan qedexekirina sembolên YPG/YPJ'ê jî nirxandin.
Parêzer Lûkas Theûne destpêkê axivî û bi bîr xist, 6 kesên bi hinceta qanûna 129b hatin destgîrkirin bi awayekî girtî tên darizandin. Theûne bal kişand ser bêhiqûqiya di lêpirsîn û dema darizandinê de derkete pêş. Parêzer Theûne diyar kir, mafê penaberiyê û destûra kar jî di nav de gelek mafên bingehîn ên kesên qala wan tê kirin ji wan hatine girtin û got, "Ji ber ku muwekîlên me li pişt camên girtî tên darizandin, mafê me yê hevdîtina wan re jî tê astengkirin."
Theûne biryara "PKK rêxistineke terorê nîne" ya dadgehên Belçîkayê bi bîr xist û got, Elmanya naxwaze biryareke mîna ya li Belçîkayê bide. Parêzerê Elman got, "Ji ber ku dewleta Elman di wê baweriyê de ye ku PKK a li nava sînorên Tirkiyeyê têdikoşe, li Elmanyayê jî xwe bi navê cuda bi rêxistin kiriye."
Theûne ragihand, tîmên lêpirsîn û darizandinê yên Elman di dema darizandina siyasetmedarên Kurd de bi vekirî nabêjin, "Me ji Tirkiyeyê agahî girtin" û wiha pê daket, "Di pêvajoya darizandinê de me dît ku her sibe nûçeyên di malperên înternetê yên midûriyeta emniyetê ya Elman de cih digirin, bi rêya Google hatine wergerandin û ji bo lêpirsînê dosya hatine amadekirin."
'NÊZÎKATIYA DEWLETAN A LI TÊKOŞÎNÊN AZADIYÊ NAGUHERE'
Serokê Komeleya Parêzeran a Komarger Dr. Peer Stolle jî got, nêzîkatiya Elmanyayê ya li PKK'ê ku weke "rêxistina terorê" dibîne, ji ya welatên din cudatir e. Hiqûqnasê Elman anî ziman, Elmanyayê qanûna xwepêşandan û komeleyan a Elmanyayê ji xwe re kiriye hincet û Kurdan krîmînalîze dike. Dr. Stolle ragihand, piştî têkoşîna YPG/YPJ'ê ya li dijî DAÎŞ'ê nîqaşên li Ewropayê gihîştiye asteke din û wiha dewam kir:
"Dewleta Elman nexwest guhertina li nava tevgera Kurd bibîne û biryar da ku qedexeyê berfireh bike. Ji ber ku nêzîkatiya dewletan a li têkoşînên azadiyê bi hêsanî naguhere. Di vir de divê mirov berjewendiyên dewleta Elman ên li polîtîkaya derve ji bîr nekin. Wezareta Karên Derve Adara 2017'an talîmatnameyek şand ji hemû eyaletan re û sembolên YPG/YPJ'ê qedexe kir. Li gorî dewletê, ev xembol xizmetê ji propagandaya PKK'ê dike."
OZDEMÎR QALÊ KIR BÊ REJÎMA ERDOGAN XWE ÇAWA BI RÊXISTIN KIRIYE
Di rûniştina dawî ya konferansê de, karê îstîxbarata Tirk MÎT'ê ya li Elmanyayê hate nirxandin. Ji edîtorên berê yên WDR'ê Jurgen Hoppe axivî û qala tevna sîxuriyê ya MÎT'ê kir ku ji nava salên 1980'ê û vir ve li Elmanyayê daniye. Endama Partiya Çep a Meclîsa Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr jî behsa rêxistinbûna rejîma Erdogan a li Elmanyayê kir.
Ozdemîr diyar kir, konsolosxaneyên Tirk tora rêxistinbûnê ya desthilatdariya AKP'ê koordîne dike û got, tevî gelek sazî û organîzasyonan, rêxistina lobî ya AKP'ê UETD di serî de partiyên hikumeta federal CDU û SPD'ê, hewl daye bikeve nava partiyên siyasî yên Elman. Cansû bi bîr xist ku li pişt rêxistinbûna komên selefîst ên li Elmanyayê desthilatdariya AKP'ê heye û herî dawî qala têkiliya çeteya "Osmanen Germanîa" ya bi rejîma Erdogan re kir.
Piştî pêşkêşiyan, konferans li çapemeniyê girtî dewam kir. Di vê konferansê de jî têkoşîna li dijî qedexeyê hate nirxandin. Beşdaran û organîzatorên konferansê diyar kirin ku ji bo siyaseta krîmînalîzekirina gelê Kurd bê qedandin, di serî de rêxistinên civakî yên sivîl divê her beşên civakê tevlî nava vê têkoşînê bibin.