Ji bo Rêberê Gelê Kurd bi awayekî aktîf tevlî pîvajoyê bibe û ji girtîgeha Îmraliyê bê derxistin, hewildanên derdorên cûda dewam dikin. Ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî aktîf tevlî pîvajoyê bibe û ji girtîgeha Îmraliyê bê derxistin, hewildanên derdorên cûda dewam dikin. Platforma Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî jî lez da xebatên xwe.
Bi vê armancê xebatên amadekarinê yên Konferansa Navneteweyî ya li Stenblê tên birêvebirin.
Platforma Ji Bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî, li Stenbolê Konferansa navneteweyî pêk tîne. Di platformê de Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Prz. Eren Keskin, Parlamenterên BDP'ê Emine Ayna û Ayla Akat, Prz. Ayşe Batumlu, Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker û Hurirriyet Şener cîh digrin.
Konferans bi navê "Di pêvajoyên çareserî û muzakereyan de rola Serokan" de wê were lidarxistin. Gelek hîndekar, parêzer, rojnameger û siyasetvanên di qada neteweyî û navneteweyî de xwedî tecrûbe ne, wê tevlî konferansê bibin.
Tê payîn endamê Înîsiyatifa Azadiya Ocalan a Navneteweyî Reîmar Heîder, Parêzerê Rêberê efsanewî Efrîkaya Başûr Prz. Essa Moosa, siyasetmedarên ji Îrlandaya Bakur, Civaknas Îsmaîl Beşîkçî, Rojnameger Nuray Mert, Prof. Dr. Mesut Yegen û parlamenterên BDP'ê wê tevlî konferansê bibin.
Di konferansê de 3 panel wê bi van sernavan bên pêşkêşkirin:'Ceribînên Cîhanê', 'Di pirsgirêka kurd de vekirina rêya çareseriyê' û 'Di çareseriya pirsgirêka kurd de Rola Abdullah Ocalan', Berdevka Konferansê Prz. Eren Keskin, destnîşan kir ku, "eger dixwazin pirsgirekê çareser bikin di vê pêvajoyê de şert e ku bi Ocalan û PKK'ê re hevdîtinê pêk bînin.
Konferans di 13'e Çile de wê li Otela Elit World a Stenbolê pêk bê.