Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de didome

"Konferansa Mezin" a ku Partiya Çepên Kesk bi tevlêbûna bi sedan delegeyan di çarçoveya jinûveavakirinê li dar dixe, di roja duyemîn de didome.

Partiya Çepên Kesk di çarçoveya jinûveavakirinê de di 10’ê Îlonê de ‘Konferansa Mezin’ li dar xistibû. Konferansa ku li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Enqereyê tê lidarxistin di roja duyemîn de didome.

Di roja yekemîn a konferansê de pêşniyazên ku di civînên bi gel de hatibûn kirin, pêşkêşî konferansê hate kirin. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk diyar kirin ji bo xwerexnekirin û jinûveavakirinê gelek civînên gel hatine lidarxistin û bi giştî 30 hezar kes tevlî van civînan bûne.

Di roja duyemîn de jî guhertina rêziknameya Partiya Çepên Kesk jî di nav de, di gelek mijaran de wê pêşniyaz werin nîqaşkirin.

Her wiha wê li ser mijarên wekî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, siyaseta demokratîk, rêya sêyemîn û tifaq, rêxistinbûna kedê, aboriya gelparêz û demokratîk jî nîqaş werin kirin.

Tê payîn ku di konferansê de gelek pêşniyaz wê bibin pêşniyazên biryarê.