Di encamnameya 9’mîn Konferansa Kurdan ya Navntewî ya li Brukselê de banga bêşert û merc û demil dest muzakereya di navbera Tirkiye û Kurdan de hate kirin, hate xwestin ku YE’yê jî di aliyê siyasî de bi awayek fermî piştgiriyê bide van muzakereyan. Konferansa ku xwest ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoya muzakereyan de role xwe bileyîze şert û mercên pêwîst bêne pêkanîn û her wiha bang li hemû welatan kir ku PKK’ê ji lîsteya xwe ya ‘rêxistina terorê’ derxînin kir.
Encamnameya 9’mîn Konferansa Kurdan ya Navnetewî ku li paytextê Belçîka Brukselê pêkhat hate weşandin. Konferans di navbera 5-6’ê Kanûnê 9’mîn Konferansa Kurdan ya Navnetewî ya Komîsyona Hemwelatiyên Tirkiye YE (EUTCC) ku ji gelek deverên cîhanê tevlîbûn çêbû, bi sergotara di navbera dewleta Tirk û gelê Kurd de muzakere ji nû ve bêne destpêkirin pêkhat.
Di encamnameya Konferansê de hate destnîşankirin ku, binçavkirin, girtin û dozên di bin navê KCK’ê de hatine vekrin, pevçûn, binpêkirinên mafê azadiya fikir, pêkûtiyên li ser çapemenî û qada siyasî zêdebûne.
Di encamnameya hatî weşandin de, balkişande ser gefên li ser rakirina destnedayînên parlementerên BDP’ê jî û her wih diyarkir ku, heya niha berpirsên komkujiya Roboskiyê ku 34 Kurd qetil kirin hêjan nehatine darezandin.
Di encamnameya ku nîqaşên li ser Makezagona nû û sîstema serokatî ya Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan aniye rojevê bibîrxist û destnîşan kir ku, nêzîkatiya hikumeta Tirk ya li hemberî şerê navxweyî ya li Sûriyeyê jî armanca wê ewe ku, li pêşiya destkeftiyên Kurdan bibe asteng û ev nêzîkatî li derdora “xetekî dij-Kurd” şekil giritye.
Di encamnameyê de hate gotin ku, “li şûna vê Tirkiye û welatên din bi armanca avakirina dewletekî ku hemû mafên gelên cûda di nava xwe de bigire û demokratîk pêwîste alîkariyê bidin û ji bo diyalogekî di navbera komên siyasî, olî, netewî û komên din de diyalogekî bê tundî teşwîq bikin.”
PÊWÎSTE PKK WEKE HEVPARÊ MUZAKEREYÊ BÊ QEBÛL KIRIN
Konferans destnîşan dike ku ya herî girîng bi gelê Kurd re avakirina vînek ya muzakereyên rast û li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî berdewam kirina muzakereyane. Konferansê diyarkir ku, “bi îfadeyek din pêwîste hikumeta Tirk PKK’ê weke hevparê muzakereyê qebûl bike.” Her wiha pêvajoyên muzakereyên di navbera Îngîltere Sein û IRA, Kongreya Netewî ya Efrîkayê û Başûrê Efrîkayê, FARC û Kolombiya mînak nîşan dan.
Di encamnameyê de hate aşkera kirin ku, bi saya çalakiyên birçîbûnê dewletê hewildaye bi Ocalan re hevdîtinê pêkbînin. Her wiha EUTCC’ê bi armanca avakirina rêznîşandana mafên demokratîk yên hemwelatiyan bang li PKK û Tirkiyeyê kir ku, ji nû ve dest bi pêvajoyekî Osloyê bêşert û demil dest bikin.
Di encamnameyê de hate daxwazkirin ku, li şûna hemwelatiya nîjadî, hemwelatî, Perwerdeya zimanê Kurdî û li dadgeha parastina bi zimanê Kurdî, xurtkirin rêveberiyên herêmî, makezagonekî demokratîk û sivîl bê çêkirin.
Di konferanê de ev bang hatin kirin:
1.Konferans, reformên li nêzî Tirkiyeyê erênî digire dest, lê belê ji bo na ku Tirkiye bibe endamê NY’ê mecbûre bibe divê bêhtir refoman bike.
2.Bi taybet armanca konferansê ew ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û Yekitiya Ewropayê şert û mercên birêz Abdullah Ocalan demildest baş bikin(…) ji bo ku Birêz Abdullah Ocalan di pêvajoya muzakereyê de bikare rola xwe bi leyîze û bi rêxistina xwe re têkiliyê dayne divê mercên wiyên bingehîn werin başkirin.
3.EUTCC bang dike ku hevdîtinên di navbera Kurd û Tirkiyeyê de bêşert û merc demildest destpê bikin. Konferans daxwaz dike ku YA di navbera Tirkiye û nûnerên kurdan de platformeke demokratîk a diyalogê were sazkirin û ji bo muzakereyan piştgiriya fermî û siyasî bide. Di çarçoveya pêvajoyek aştiyê ya berfireh de divê bingeha efoyeke giştî were amadekirin. Ji bo ev muzakere bi hêsanî pêk werim divê hemû dewlet PKK’ê ji lîsteya terorê derxin.
4.Konferansa EUTCC biryar dide ku tedbîrên di pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê de rewşa mafê mirovan û rewşa kurdan daxwazên periyodîk werim kirin. Jib o dozên KCK’ê û biryarên din yên ne adil de û îhlalên mafên mirovan Serokatiya Ewropayê Komîsyona Ewropayê endamtiya Tirkiye û YA de ji bo edaletê û mafên bingehîn ji bo xalên sereke werin nîşandan. Bi vê ve girêdayî divê hikûmeta tirk reformên adil û hiqûqî pêkbîne û divê çarçoveyê de bi hezaran mîlîtanên siyasî ji girtîgehan derbixe.
5.Konferans hikûmetê ve dixwîne ku ji bo qanûna bingehîn û demokratîk sozê xwe bi cih bîne û bi awayek ciddî bi nivîse û qebûl bike. Ji bo hemû pirgirêkan diyalog û muzakereyê pêkbîne.