Konferansa Kurd: YE cesaretê dide hukûmeta AKP’ê

Konferansa Kurd: YE cesaretê dide hukûmeta AKP’ê

Di konferansa Kurd a li Parlementoya Ewropayê de rewşa Tirkiyeyê ya ku niha têde hate gotûbêjkirin. Ji endamên Koma Çepgir a PE’yê Jurgen Klute diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke girîng de ye. Ji alîkarên Hevserokên BDP’ê Meral Daniş Beştaş jî da zanîn ku rapora YE’yê ya derbarê Tirkiyeyê de ne rast e û da zanîn ku YE cesaretê dide hukûmeta AKP’ê.

Di rûniştina yekemîn a konferans a 9’emîn a Kurdan li Parlementoya Ewropayê de Sekreterê Berê yê Konseya Ewropayê Walter Schwimmer , Koordînatorê Koma Dostaniya YE-Kurdan û endamê Koma Çepgir a PE’yê Jurgen Jurgen Klute, rojnamevanê Tirk Ahmet Şik ê ku ji ber pirtûka ku nivîsandibû hatibû girtin û paşê serbest hat berdan, ji alîkarên Hevserokên BDP’ê Meral Daniş Beştaş, Serokê ÎHD’ya Herêmê (Bakûrê Kurdistanê) Racî Bîlîcî, ji Zanîngeha Kocaeliyê Prof. Sevtap Yokus, ji mexdûrênkomkujiya Roboskî Ferhat Encu û Akademîzyen Ozgur Sevgi Goral axivîn.

SCHWIMMER: DIVÊ TIRKIYE WERE ÎQNAKIRIN

Sekreterê berê yê Konseya Ewropayê Walter Schwimmer bal kişand ku ji bo demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd ivê beriya her tiştê Tirkiye bê îqnakirin û got: “Tiriye ji YE’yê reforman nake, dê ji bo hemwelatiyên xwe reforman bike.”

KLÜTE: TIRKIYE DI PÊVAOYEKE GIRÎNG DE YE

, Koordînatorê Koma Dostaniya YE-Kurdan û endamê Koma Çepgir a PE’yê Jurgen Jurgen Klute got: “Greva birçîbûnê bi banga Abdullah Ocalan bi dawî bû vê yekêdilême hemûyan rehet kir” û wiha diyar kir ku Klute diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke girîng de ye û da zanîn ku divê Tirkiye ji bo naskirina mafên Kurdan pêngavan biavêje.

MÎRANDA: TEVKARÎ NEBE DEMOKRASÎ JÎ NABE

Ji Parlementera Kesk-ALE ya PE ya ji Galisyayê Ana Mîranda jî got: “Ez hêvîdar im ku dêroje Tirkiye jî bibe endama YE’yê.” Miranda destnîşan kir ku Tirkiye qebûl nake ku Kurd bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin û bal kişand ser rewşa rojnamvanên girtî. Mirînda da zanîn ku heta tevkarî tune be, demokrasî jî pêş nakeve.

ŞIK: ÇAPEMENÎ DIXWAZE HER KESÊBIKE MEYMÛN

Rojnamevan Ahmet Şik di axaftina xwe de diyar kir ku diyar kir ku di destpêka pirsgirêkan de “Pirsgirêka Tirk heye” û got: “Ger em pirsgirêka Tirk çareser bikin, dê hemû pirsgirêk çareser bibin.

Şik da zanîn zêdetirê 70 rojnamevanên wekî wî bi “terorê” tên tawanbarkirin û got: “Ne tenê rojnamevan ji zilma hukûmeta AKP’ê û Cemeeta Gulen girtine.”

Şik bal kişand ser têkiliya çapemeniya Tirk û diyar kir ku dixwaze her kesê bike meymûn. Şik îşaret bi têkiliya çapemenî û hukûmeta Tirk kir û got: “Ne tenê rola sê meymûnan dileyize, dixwaze her kesê bike meymûn.”

BEŞTAŞ: YE CESARETÊ DIDE TIRKIYEYÊ

Ji alîkarên Hevserokên BDP’ê Meral Daniş Beşta jî axivî û bêdengiya Yekitiya Ewropa (YE) ya li hemberî gelê Kurd rexne kir. Beştaş got: “Mirov dibêje qey YE jî dişibe Tirkiyeyê”.

Beştaş bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Tu aliyên huqûqî ya tecrîda liser Birêz Ocalan tune ye. Têkiliya wê bi huqûqê re tune ye”. Beştaş axaftinên Erdogan ên derbarê parêzerên Ocalan de bi bîr xist û got: “Serokwezîr bi vê yekê gotiye ‘ez huqûqê nas nakim.”

Beştaş da zanîn ku rapora YE’yê ya derbarê Tirkiyeyê de ne rast e û da zanîn ku YE cesaretê dide hukûmeta AKP’ê.

BÎLÎCÎ: TABLOYA 2012 YA TIRKIYEYÊ XETER E

Nunerê ÎHD’ya Herêmê (Bakûrê Kurdistanê) Racî Bîlîcî diyar kir ku ji roja AKP’ê hat ser desthilatiyê û vir ve polîtîkayên berê yên dewletê pêk tîne.

Bîlîcî ragihand ku di sala 2012 de 12 hezar û 600 kes bi hincetên siyasî hatine binçavkirin. Bîlîcîvê tabloya 2012ê bi salên berê re anî ber hev û got: “Tenê di meha mijdara 2012 de zêdetirê 230 zarok hatin binçavkirin û derdora 300 xwendekaran jî. Bîlîcî diyar kir ku tabloya 2012’ê

ENCU: DEWLET BÛ BOMBE Û BI SER ME DE BARÎ

Ferhat Encu yê ku di encama komkujiya Roboskiyê de gelek xizmên xwe winda kir jî derbarê Komkujiya Roboskiyê de axivî û bal kişand ser mayinên dewlet li ser sînoran dideyne û got: “Em van sînoran nas nakin.” Dema Encu diaxîvî, di sînevîzyonê de wêneyên komkujiya Roboskî û hewldanên ji bo edaletê yên xizmên qûrbaniyên Roboskiyê hatin nîşandan.

Encu got: “Dewlet bû bombe û bi ser me de barî” û da zanîn ku heta berpirsên komkujiyê neyên darizandin ew ê tazmînata dewletê wernegirin.

Encu ji PE’yê xwest ku Komkujiya Roboskiyê weke sucê mirovahiyê binase û got: “Ger ji bo Roboskiyê edalet pêk neyê, dahatûya wêjî dê tarî bimîne.”

AkademîsyenOzgur Sevgî Goral jî bal kişand ser rewşa jinan û got ku di şeş mehên destpêkê yên 2012ê de 93 jin hatin kuştin û diyar kir ku rêjeya tundiya li ser jinê di dema desthilatiya AKP’ê de ji sedî 1400 zêde bûye.