Konferansa Kurd a li Moskovayê bi dawî bû

Konferansa Kurd a 6’emîn ya li Moskovayê bi dawî bû. Wê encamanameya konferansê sibehê bê eşkerekirin.

Konferansa Kurd a ku her sal li paytexta Rûsya Moskovayê tê lidarxistin a 6’emîn îro li salona konferansa Otela Prezîdentê hate lidarxistin. Ji çar parçeyên Kurdistanê nûnerên partiyê siyasî, parlemeter, nûnerên partiyên saziyên civaka sivîl jî beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de li gel nûnerên saziyên Kurd ên li Rûsyayê, parlementer , akademîsyen, dîplomat û gelek xebatkarên çapemeniyê jî amade bûn.

PALOVÎÇ: YÊ KU KURDAN BÎNE PÊŞBERÎ XWE WÊ WINDA BIKE

Di axaftinên dawiya konferansê de ev tişt hatin gotin:

Cigirê Serokê Navenda Modelêkirina Stratejîk Grîgorî Pavlovîç:

“Di wê fikrê de me bi Serkokê nû yê DYA’yê re wê li Rojhilata Navîn guhertinên hê bi leztir pêk werin. Pirsgirêk ev e; gelo wê Trûm aliyê şervanan bigire yan jî berovajî wê? Li aliyê din dîsa wê Rûsya tişta ku bideve ser milan bike, ev girîng in. Di konferansê de nirxandinên pir girîng hatin kirin; bi taybet destkeftiyên Kurdan li Rojava bi dest xistî, divê neyê biçûk dîtin. Li aliyê din li Bakûrê Kurdistanê dewleta Tirk zext û zilmekî mezin li ser Kurdan dike. Êdî Kurd ne Kurdên berê ne. Tirk wan anîna pêşberî xwe wê winda bike.

PARÊZER GUNAY: DIXWAZIN OCALAN TESLÎM BIGIRIN LÊ NIKARIN

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Bbrû Gunay:

“Îro 15’ê Sibatê ye. Destpêk Komploya Navneteweyî şermezar û lenet dikim. Dema ku me hevdîtin li gel Ocalan dikir tim digot; ‘ Ji ber ku min daxwazên wan bi cih ne anîn, li dijî min komplo dan kirin. hêviya xwe qût nekin. Ji roja destpêkê ku Ocalan birin Îmralî roj bi roj zext û tecrîd li dijî wî hate girankirin. Ocalan li gravekî ku di bin kontrola hêzên navneteweyî de ye. Di vî alî de pêkanînên li Îmraliyê ji Girtîgeha Gûantanamoyê ne cudaye. Dixwazin vîna ocalan bişkînin û radest bikin.”

LEONÎDOVÎÇ: BANDORA KURDAN A LI HERÊMÊ XUYA DIKE

Seroka Ensîtutiya Rojhilata Navîn Yefîm Leonîdovîç:

“Erdogan ji bo ku Têkoşîna Azadiya Kurdan lewaz bike bi her kesê re têkiliyan didane. Ji beriya niha bi hêzên Kurd ên ku qebûl nedikir re hevdîtinan dike. Êdî ji derveyî PDK’ê bi tevgera Goran û partiyên din re jî hevdîtinan dike. Erdogan ji bo bigihije armanca xwe Kurdan bi kar tîne. Em dikarin bêjin heta cihekê jî ev bi ser xistiye. Piştî xistina balafira Rûsyayê ya ji aliyê hêzên Tirk ve û piştî ku çekên ku balafiran dixe ji aliyê hêzên Kurd ve hate bikaranîn û balafira Tirkan hate xistin ev carekî din dide nîşandan ku Kurd xwedî bi bandorin û li herêmê xwedî mîsyonin.”