Konferansa Înîsiyatîfa Jinan a Sûriyeyê li Qamişloyê dest pê kir

Konferansa Înîsiyatîfa Jinan a Sûriyeyê li Qamişloyê dest pê kir

Li Qamişlo di bin siloxana ‘’Jin bi hemû netew û olên xwe, ji ber ku jine yekin‘’Konfransa Însyatîfa Jinên Sûriyeyê bi beşdariya jinên ji Heleb, Dêr Elzorê û Hesekê tê lidarxistin.

Konfransa Însyatîfa Jinên Sûriyeyê îro li Qamişlo bi beşdariya bi dehan jinên ku nûnertiya Rêxistina Kombûna Suriya Dayikê, Komîteya Jinên Partiya Yekîtiya Demokratîk, komîteya jinên partiya çep, Komîteya Biratiya Gelan a Heleb û Efrînê, Komeleya Êzîdiyan a Helebê, Lijneya Jinên Partutiya Yekîtiya Suryaniyan, Lijneya Jinan a Rêxistina Asuriya Demokratîk, Lijneya Jinên Partiya Libral a Kurdî li Suriyê û Lijneya Jinan a partiya Demokratî Pêşverû ya kurd li Suryê destpê kir. Her wiha di konfransê de nûnerên Yekîtiya Star ya Hesekê, Qamişlo, Amûdê, Dêrik, Dirbêsiyê, Tirbedipiyê,  Endama Desteya Bilind a kurd Îlham Ehmed, nûnerên saziyên civaka sivîl, rêxistinên jinên, Rêxistina Mafê Zarokan li Hesekê, nûnerên rêxistina jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li Qamişlo jî beşdar bûn.

Konfans bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Axaftina vekirinê ji aliyê Şamîran Şemûn ve hate kirin. Di axaftina vekirinê de bal hate kişandin ser jiyana jina ji despêka dîrokê de û rola jin di civkê de.

Piştre dîwana ji 7 endaman ji bo birêvebirina konfransê ku ji pêkhateyên cuda hate hilbijartin. Piştî hilbijartina dîwanê peyamên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Komeleya Rewşenbîrî ya Suryaniyan li Suriyê û partiya Çep a Demokratîk li Suriyê hatin xwendin. Di peyaman de konfransa însyatîfên jinên Suriyê ku hemû jinan hate pîrozkirin.