Konferansa ciwanan li Hannoverê bi ‘Workshops’an dom kir
Konferansa ciwanan li Hannoverê bi ‘Workshops’an dom kir
Konferansa ciwanan li Hannoverê bi ‘Workshops’an dom kir
Vê sibehê li bajarê Hannover yê Almanyayê konferansa bi ser navê “Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Demokratîkbûna Tirkiyeyê” bi xebatên pêşkêşî û ‘Workshops’an berdewam kir. Xwendekaran di serî de mijara demokartîkbûna Tirkiye, ‘Konfederalîzma Demokratîk’ û şoreşa Rojava nîqaş kirin.
Gelek Kurdistanî, Tirkiyeyî û xwendekarên ji netewên cûda li Almanyayê xwe birêxistin kirî, li Zanîngeha Hannoverê konferansa “Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Demokratîkbûna Tirkiyeyê” li darxistin û konferans didome. Konferansa ku pêşengtiya wê Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) dikin, ev rêxistin di konferansê de cih digirin:
Parlementoya Giştî Xwendekaran ya Zanîngeha Hannoverê, Komîsyona Xwendekarên Biyanî ên Zanîngeha Hannoverê, Baskê Ciwanan yê Partiya Keskan-Nidersachsen, Ciwanên Hannoverê, Young Struggle, SDS. Die Linke (Gottingen), Jugendverband Rebell, BAK Die Linke, KSK (Gottingen) Gruppe Atesh Hamburg, DIDF-Ciwan, Ciwanên Partiya Karker û Sosyalîst ya Almanyayê (SDAJ), Ciwanên Nû yên Demokratîk, Tamîl Youth Organisation Germany.
Di demjimêrên sibehê de di rûniştina bi ser navê “Çareseriya pirsgirêka Kurd: Konfederalîzma Demokratîk” destpê kir, bi ‘Workshops’ (komên xebatê) dom kir. ciwanan di sê salên cûda de mijarên “Şoreşa Rojava”, “Wekheviya zayendî” û “Konfederalîzma Demokratîk û dewleta netew” di ‘Workshops’an de dîtinên xwe anîn ziman.
Rûniştina dawiya di demjimêrên êvarê de jî nîqaş li ser mijara “Demokratîkbûna Tirkiyeyê û Tirkiyeyeke nû” nîqaş hate kirin.Ercan Ayboga axaftina destpêkê girt û astengiyên li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê vegot. Ayboga anî ziman ku di gelek qadan de newekhevî heye û got: “Di nava dewletê de hêjan ruşwet heye, li rexmî ku li Tirkiyeyê gelek komên etnîkî û olî hene jî dewlet bi şovenîzmê hate avakirin. Li ser komên etnîk û olan jî polîtîkayên asîmîlasyonê têne meşandin.”
Ayboga dîroka nêz ya Tirkiyeyê bisûje kir û balkişande ser faktorên tevgera azadiya Kurd. Ayboga merheleya ku pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin, hatiyê vegot û wiha axivî: “Yek ji daxwazên tevgera Kurd demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Kurd alîgirin ku li gel komên din ên Tirkiyeyî di platformekê de bên gel hev, ji xwe avabûna HDK’ê jî perçeyek ji vê xwestekê ye.”
BERXWEDANA GEZÎ HATE NÎQAŞKIRIN
Ji rêxistina ciwanan ya binavê Young Struggle Suzan Ergun axivî û nêzîkatiyên dewleta Tirk li hemberî demokratîkbûn û pêvajoya çareseriyê nirxand. Ergun anî ziman ku, li dijî kesên tevlî berxwedana Gezî bûne hemû cure tundî nîşandan û xwest, di serî de girtiyên siyasî bêne berdan û hemû rêveberên dewletê yên tundî pêkanîn û rêvebirin bêne darezandin.
Nûnera Ciwanên Demokrasiya Nû (YDG) Elîf Ozgen Ozcan jî li ser mijara “Îslama Siyasî, Kemalîzm û demokratîkbûnê” axivî. Ji rêxistina Ciwanên –DÎDF Yûsûf As jî pêvajoya piştî berxwedana Geziyê nirxand. Yûsûf As da diyarkirin ku, Tirkiye welatê ku herî zêde lê rojnamevan, zarok û hiqûqvan di girtîgehê de ye û bibîrxist ku, beriya bûyerên Parka Gezî li Tirkiyeyê tevgerek ya ciwanan hebû.
Piştî nîqaşan têkildarî babetan ‘Workshops’ pêkhatin. Konferansa ku Kurdistanî û Tirkiyeyiyan di heman demê de ciwanên Alman jî eleqe nîşanda, sibe dê bibeşê “Pêşniyarên şênber yên rêxistinên ciwanan û demokratîk yên li Almanya Federal” bidawî bibe. Konferans li navnîşana “Königsworther Platz 1” ya li Fakulteya Hiqûq ya Zanîngeha Hannoverê pêktê.