‘Konferans bo aştiya civakê girînge’
‘Konferans bo aştiya civakê girînge’
‘Konferans bo aştiya civakê girînge’
Vexwendîkara Konferanda Aştî û Demokrastiyê ya di 25-26’ê Gulanê de pêk tê Prof Dr Yakin Erturk diyar kir ku ev konferans bo diyarkirina riya aştiya civakî gelek girînge û got:“Biryarên di vê konferansê de bên girtin, dikare plan çalakiyên ku hemû aliyên cuda bigire nava xwe û aştiyê daxîne her cihê.
Vexwendîkara Konfensa Aştî û Demokrastiyê û raportora BM’ê Prof Dr Yakin Erturk di warê vekişîna Gerîlayên HPG’ê de û ji bo pêşveçûna pêvajoyê ji ANF’ê re axivî.
Erturk diyar kir ku bêdenbûna çekan ji ji bo destpêkirina pêvajoya şatiyê sînyaleke û got: “Tiştên ku divê bên kirin, niha dê bên kirin. Di serî de jî divê aştiya civakî bê pêkanîn û ev li her derê bê belavkirin. Ji ber hêj di her du aliyan de guman, êş, hestên neyînî zêde ne.”
Erturk destnîşan kir ku divê destpêkê aştiya civakî pêk were û divê baweriya di navbera mirovan de ji nû ve bê înşakirin û wiha pê de çû: “Bê guman dikare aştî li civakê bê empozekirin. Lê dê mayîn de nebe. Ji besr vê jî divê her kesî bikişînin nava vê pêvajoyê. Divê her kes bi awayekî topyekun bixebite. Ne tenê Komîsyona Aqilmendan an jî komîsyona parlamentoyê. Ev girîngin lê aştî dê bandorê li ser me hemûyan bike. Û mijara ku me hemûyan eleqeder dike eve.”
Erturk anî ziman ku konferans di warê diyarkirina riya ku diçe aştiyê de jî gelek girînge û got: “ Hêviya min eve ji aliyê cuda kes tevli konferansê bibin. Biryarê di vê konferansê de bên girtin dê aştiyê bigihîne hemû aliyan. Dê planeke li ser vê bê avakirin. Ji vê pêvajoyê şûnde dê aştî jî bibe malê hemû gelan. Ev jî ne pêvajoyek hêsane. Pêvajoyek bi êş e. Ji ber ku gelek kes divê hesab bidin pir kesan. Cezakirina kujeran , rûhevhatin û gelek prosedurên din hene.
GER HESABDAYÎN TUNEBE DÊ AŞTÎ NE MAYÎNDE BE
Erturk berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî bêdengkirina çekan divê hesabdayîn û rûhev hatin pêk bihata. Bi paşerojê re rûhev hatin û hesapdayîn dê aştiyê mayîn de bike. Yên ku aştiyeke mayîn de pêk neanîn û aliyên civakê anîn rewşeke ku bi hevre nekarin bijîn, bi ser neketin. Mînaka Guatemala. Li wir şerê 30 salî dawî bû. Lê îro hêj faktorên şer mijara gotinê ne.”
Erturk got kesê bi salan di bin siya çekan de mabin di warê entegrasyona civakê de pirsgirêkan dijîn û da zanîn ku ew ne tenê gerîla û cerdevanan, gelek alî vê pirsgirêkê dijîn.
MIROVAN ÇIMA ÇEK GIRT?
Erturk got garantiya aştiyê, ji berk u faktorên sedema şer ji holê ranebûne û got: “Meç ima dest bi şer kir? Mirovan çima çek tercîh kir? Faktorên bûn sedema şer me çawa çareser kir û bi hev re şert û mercên şer ava kir? Divê destpêkê bersivên va pirsan bê dayîn. Hewcedarî bi ‘peymaneke civakî ya ku bersivê dide hemû hewcedariyên aliyên cuda yên civakê’ heye. Li vir her kes tiştên dixwaze nekare bidest bixe. Divê em vê destpêkê qebûl bikin. Divê mutabakatek hevpar hebe. Ew pir krîtîkin. “