Konê çareseriyê yê Dêrsimê rastî eleqeyekî mezin tê
Konê çareseriyê yê Dêrsimê rastî eleqeyekî mezin tê
Konê çareseriyê yê Dêrsimê rastî eleqeyekî mezin tê
"Konê Çareseriyê û Rizgariya Demokratîk" ê ku ji ailyê DOKH'ê ve li duryana riya gundê Roşnek ê Dêrsimê bi armanca pêvajoya vekişandina gêrîlayên HPG'ê bişopîne hate vedan rastî eleqeya welatiyan a mezin tê.
"Konê Çareseriyê û Rizgariya Demokratîk" ê ku ji aliyê DOKH'ê ve li Qada Seyîd Riza bi armanca pêvajoya vekişandinê bişopîne hate vedan roja borî birin duryana gundê Roşnekê. Di kon de gelek wêneyên gêrîlayên PKK'ê, alên PKK û KCK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.
Ajokarên wesayîtan ên di rê de diçin dema posteran dibînin bi qorneyên wesayîtan didin û piştgiriyê didin kesên di kon de. Kon jî her tim tê ziyaretkirin. Welatiyên bajarên derdorê jî kon ziyaret dikin.
Welatiyên di kon de jî şeva xwe derbas kirin bi govend û hilkirina agir şeva xwe borandin.