KON-MED: Sala 2021'ê têkoşîn wê mezin bibe

KON-MED'ê sala nû pîroz kir û diyar kir ku 2021 wê bibe ew sal ku têkoşîn lê mezin bibe.

Konfederasyona Civaka Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED'ê bi wesîleya sala nû daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku sala 2002'î êrişên qirkeriyê û dagirkeriyê dewam kir, berxwedana li dijî van êrişan jî berdewam bû. Hate destnîşankirin ku di sala nû de wê têkoşîn mezintir bibe.
KON-MED'ê nerazîbûn nîşanî polîtîkayên nokeriyê yên PDK'ê da û bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Konjonktura demê li gorî daxwaza Kurd û Kurdistaniyan digere. Dijminên Kurd û Kurdistanê û dagirker, ji bo vê rêveçûnê li dijî Kurdan biguherînin, heta ji wan tê tevdigerin. Lê belê êdî ev nepêkan e."