KON-MED pîrozbahiya Newrozê ya Frankfûrtê betal kir

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) ragihand, pîrozbahiya navendî ya Newrozê ku wê 21'ê Adarê li Frankfûrtê lidar bixistana ji ber pandemiya vîrûsa Koronayê betal kirine.

Hevserokên KON-MED'ê ragihandin, ku bi hişmendî û berpirsyariyar tenduristiya gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê, wan biryar dane ku pîrozbahiyê betal bikin.

Di daxuyaniya KON-MED'ê de hate ragihandin, ku wan plan dikirin Newrozê di 21'ê Adarê de li Frankfûrtê bi rengekî navendî pîoz bikin, ji bo vê jî amadekariyên xwe hemû temam kiribûn, bernameyeke xurt amade kiribûn, lê belê ji ber şewba ku gefê li mirovahiyê dixwe neçar man rewşê ji nû ve binirxînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Komîteya Newrozê, tenduristiya gelên me beriya her tiştî ye. Lewma têkildarî pîrozbahiya cejna Newrozê ku em li bendê bûn bi deh hezaran mirov tevlî bibin, me pêwîstî bi wergirtina biryareke nû dîtin."

KON-MED'ê diyar kir ku ji bo tenduristiya gel, dostan û civakê wan pîrozbahiya Newrozê ya navendî ya 21'ê Adarê ya li Frankfûrtê betal kirine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li eyaletên cuda bi meşên meşaleyî û resepsiyonan dikarin pîroz bikin.