KON-MED'ê ji bo çalakiyên xwedîderketina li Şengalê bang kir

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) nerazîbûn nîşanî hewldana dagirkirina Şengalê da û destnîşan kir ku armanca desteserkirina temamiya Kurdistanê ye. KON-MED'ê ji bo çalakiyên 26'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya KON-MED'ê de hate gotin, "Hikumeta Iraqê ku amadekariyan dike derdora 10 hezar leşkerên xwe bişîne Şengalê û PDK a ketiye xizmeta dijmin, bi hezaran hêzên xwe yên pêşmerge şandiye nêzî Şengalê. Bi vê yekê re dixwazin planên Mîsakî Mîlî yên dewleta Tirk a dijminê kurdan pêk bînin, armanc ji vê yekê dagirkirina tevahiya Kurdistanê ye."

Di daxuyaniyê d hate bibîrxistin ku piştî fermana 2014'an civaka Êzidî xwe ji nû ve bi rengekî azad û demokratîk bi rêxistin kir, bû xwedî hêza xwerêvebirinê, lê niha metirsiyeke mezin li ser civana Êzidî ya li Şengalê heye."

KON-MED'ê diyar kir ku xelkê Şengalê bi biryar e xaka xwe biparêze û wiha dewam kir: "Ev dagirkeriya ku bi zordarî li ser xelkê Şengalê tê ferzkirin, dibe sedema qirkirinê. Li dijî vê fermana dagirkeriyê divê gelê Kurdistanê, gelên herêmê, gelê me yê li derveyî welat û dostên me xwedî li Şengalê û berxwedana Şengalê derkevin û rê nedin van polîtîkayên qirêj.

Ev plana xiyanet û nokeriyê ya bi dijmin re li ser Şengalê hatiye destpêkirin, projeya dijminê Kurd û Kurdistanê projeya zexel a dewleta Tirk a dagirker e ku li dijî parçeyên Kurdistanê hemûyan dimeşîne. Divê were zanîn ku ev êriş li dijî nirx û destketiyên gelê Kurd hemûyan e."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku beşdarî çalakiyên 26'ê Mijdarê yên ji bo xwedîderketina li Şengalê bibin.