Komxebata HDP'ê: Serkeftina me wê hikûmetê bifeşkilîne

Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li komxebata Amedê axivîn. Hevserokan peyamên têkoşîna hevpar, tifaqa Kurdan dan û gotin, ''Heke di hilbijartina xwecih de em bi ser bikevin hikûmet wê bifeşkile''.

''Komxebata Hilbijartina Xwecih' a HDP'ê li Amedê li Hêwana Konferansê ya Vedat Aydin a li avahiya bajêr a HDP'ê didome.

'SERKEFTINA ME WÊ HIKÛMETÊ BER BI FEŞKILANDINÊ VE BIBE'

Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan got dixwestin li parlamentoyê HDP nebe, di vir de bi ser neketin û diyar kir niha jî dixwazin dîsa şaredariyên Kurdistanê desteser bikin.

Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan li komxebatê bal kişande ser giringiya serkeftina di hilbijartinên xwecih de û got, ''Heke em şaredariyên xwe dîsa bi dest bixin ev ê hikûmetê ber bi feşkilînê ve bibe'' û domand, ''Niha li pêş pergala yekreng tenê HDP heye. Lê tiştek heye ku nabînin; ne Kurd ê berê ne û ne jî cîhan a berê ye. Nexasim Kurd civakeke wiha ne ku bi salan  e ji bo nasnameya xwe têdikoşin, vê nabînin''.

'NÎŞANEYA TÊKÇÛNA WAN E'

Buldan got gefên AKP û Erdogan ên bi qeyûman' 'nîşaneya têkçûna wan e'' û got, ''Li gel hemû gefên wan û hewldanên tinehesibandina wan, em ê bi ser bikevin''.

'EM Ê ZÊDETIR BISTÎNIN'

Buldan got, ''Ya ku li me dikeve ku em şaredariyên xwe zêdetir bikin'' û domand, ''Ew qeyûm wê biçin. Li nav wan şaredariyan ku li ber deriyê wan dîwarên betonî danîn, bi barîkatan berevaniya wê dikin vîna gelê me ma.''

Buldan her wiha destnîşan kir ku yek ji sedema êrîşa bi ser rêvebriya xwecih de hêza geşbûyî ya jinan e û got, ''Qeyûman pêşî saziyên me yê jinan girtin''.

'EM TIFAQÊ GIRÎNG DIBÎNIN'

Buldan bi berdewamî diyar kir ku ew giringiyê pê didin ku hevalbendiyeke berfireh deynin, her wiha divê hemû partiyên Kurd a xwe bikin yek û got, ''Hêviya Kurdan ji me ev e''. Buldan wiha axivî: ''Ew qeyûm anîne ser hebûna Kurdan. Ji bo vê jî di hilbijartina xwecih de pêdivî bi yekîtiya hêzê heye. Ji bo vê jî, di  vê pêvajoya nazik de divê em bi hev re bersivê bidin desthilatê. Em careke dî bang li hemû partiyên Kurdistanî yên Amedê  dikin, em bang li wan hemû kes û derdoran dikin ku dixwazin bi me re bin''.

'BI TECRÎDA IMRALIYÊ TECRÎDÊ LI SER HEMÛ GEL DATÎNIN'

Hevserok Temellî jî bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ''Bi tecrîda Imraliyê re desthilatdar tecrîdê li ser hemû civakê datîne. Ev desthilateke wiha ye ku êrîşê tîne ser siyaseta demokratîk. ''

'EM WERIN CEM HEV'

Temellî bi berdewamî got: ''Hem li Kurdistanê û hem li Tirkiyê em bang li hemû derdorên civakî dikin ku werin cem hev, tifaqa bi maneya rastî ava bikin. Hemû gel; ji kîjan partiyê dibin bila bibin, deng dabin kê bila dabin, ji kîjan bawerî û ramanê dibin bila bibin, em niha dikarin werin cem hev. Ji bo ku em li bajar û dahatuya xwe xwedî derbikevin em dikarin werin cem hev. Tifaqên rastî wê wiha çêbibin. Partiyên siyasî divê vê lêgerîna li ser tifaqê bibînin û divê wan ji bo xwe re mîna rêber bibînin.''