Komunarên Şoreşger Ceren Guneş bi bîr anî

Komunarên Şoreşger, Cereng Guneş a ku par şehîd bû bi bîr anî.

Komunarên Şoreşger bi wesîleya salvegera yekemîn a şehadeta endama Komîteya Navendî ya Yekîtî/Partiya Komunaran a Şoreşger Ceren Guneş (Ozge Aydin) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Ceren Guneş li eniya Serêkaniyê-Til Temirê dema ku li dijî artêşa Tirk a dagirker şer dikir tevlî karwanê nemiran bû û hate destnîşankirin ku Ceren Guneş mîrateyeke şoreşgerî li pey xwe hişt ku mînak bê dîtin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ciwanên Tirkiyeyê wê mîna Ceren bi şoreşgeriya di dilê xwe de veşartî, desthilatdariyê bihejînin û hilweşînin.