Komploya 15'ê Sibatê li Îtalyayê hat şermezarkirin
Di salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li gelek bajarên Îtalyayê çalakiyên protestoyî tên lidarxistin.
Di salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li gelek bajarên Îtalyayê çalakiyên protestoyî tên lidarxistin.
Li bajarê Fîrenze, komek ji 100 kesî ya ji Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî pêk dihat, li avahiya televîzyona dewletê RAI çalakiyek pêk anîn.
Çalakger bi rayedarên qenala televîzyonê re rûniştin û tecrîda ev 17 sal in li Îmraliyê tê meşandin ji rayedaran re ragihandin. Çalakgeran her wiha diyar kirin, ku li hemberî gelê Kurd komkujî û pêkanînên li dijî mirovahiyê dewam dikin. Ji rayedarên televîzyonê hat xwestin, ku raya giştî ya Îtalyayê di mijara pirsgirêka Kurd de agahdar bikin.
BOLOGNA
Bi sedan kesên danê nîvro li Bolognayê li hev civiyan, komploya navneteweyî ya li hemberî Ocalan û komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, şermezar kirin. Çalakgeran bang li dewleta Tirk kirin, ku derhal polîtîkayên qirkirina Kurdan biterikîne. Di çalakiyê de wêneyên Ocalan û alên PKK'ê hatin hildan.
Li Îtalyayê çalakiyên 15'ê Sibatê wê îro li Roma û Grossetto û sibe jî li Mîlan û Torîno bidomin.