Komploya 15'ê Sibatê li Çelyabînskê hate şermezarkirin

Komploya navneteweyî ku sala 1999'an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, di salvegera 20'an de li Çelyabînskê hate şermezarkirin.

Kurdên li bajarê Çelyabînskê yê Federasyona Rûsyayê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li hev civiyan.

Kurd li ber Avahiya Çandê ya Çelyabînskê li hev civiyan û komplo û hêzên komploger şermezar kirin.

Di çalakiyê de ku ji aliyê Meclîsa Gel a Çelyabînskê ve hate organîzekirin, endamê Meclîsa Gel Feyatê Ûsiv axivî. Ûsiv bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan ku zêdeyî sê meh in dewam dikin û got, "Beriya her tiştî em çalakiya wan silav dikin û piştgiriyê didin wan. Dewleta Tirk bi piştgiriya ji hêzên navneteweyî werdigire, di asta komkujiyê de êrîşî Kurdan dike. Ji bo êrîş û tecrîd bi dawî bibin, divê Kurd xwe bispêrin hêza xwe."

Endama Meclîsa Jinan Lêna Tîtal piştre axivî û got, herî zêde divê jinên Kurd xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin. Tîtal wiha dewam kir: "Bi saya Ocalan jinên Kurd navê xwe li dîrokê nivîsandin" û anî ziman ku ew bi berxwedana Leyal Guven serbilind in.  Lêna Tîtal diyar kir ku jinên Kurd divê hîn bi rengekî çalak cihê xwe di nava têkoşînê de bigirin û bi geşkirina têkoşîna hevpar komployê têk bibin.