‘Komkujiyên Helepçe, Qamişlo û Gaziyê li Efrînê didome’

Kongreya Civakî ya Kurdistaniyan a Demokratîk a Ewrûpayê (KCDK-E) bi wesîleya komkujiyên Helepçe, Qamişlo û Gaziyê daxuyaniyek da û diyar kir ku vê polîtîkaya qetlîamê li Efrînê didome.

Kongreya Civakî ya Kurdistaniyan a Demokratîk a Ewrûpayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Komkujiya li Helepçeyê ya di 1988’an de, komkujiya li Taxa Gaziyê ya di 12’ê Adara 1995’an de û komkujiya li Qamişloyê ya di 12’ê Adara 2004’an de li Efrînê didome.

Ev komkujiyên ku li ber çavên cîhanê pêk hatine îro li Efrînê bi jenosîtê didome. Aliyên hevpar ên van komkujiyan ev e ku, desthilatdarên ku Kurdistan kirine mêtingeh bi polîtîkayên qirkirinê dixwazin gelê me tune bikin.

Ev qetlîam ne bes in îcar jî li pêş çavên cîhanê li ser gelê me yê Efrînê qetlîameke mezin tê kirin. Divê mirovayetî van komkujiyên li Helepçe, Qamişlo û Gaziyê ji bîr neke û vê komkujiya li ser Efrînê jî bibîne û bide sekinandin.

Artêşa Tirk a dagirker ji bêdengiya Rûsya, DYA û saziyên Ewrûpayê û yên navneteweyî hêzê distîne. Divê em em li dijî van mêtingeriyan qetlîaman careke din şermezar bikin.

Îro a niha li Efrînê qetlîamek tê kirin. Heke gelê Efrînê were qetilkirin ew ê mirovayetî were qetilkirin û ew ê demokrasî û mafên mirovan têk biçe. Ji ber vê jî xwedîlêderketina Efrînê û geşkirina berxwedana Efrînê divê peywira her Kurdan û ya her mirovî be.

Em careke din qetlîamên Helepçe, Qamişlo û Gaziyê şermezar dikin û bang dikin ku em xwedî li berxwedan û têkoşîna gelê Efrînê derkevin û têkoşînê geştir û xurttir bikin.”