Komkujiya Zergelê li Stockholmê hat şermezarkirin
Êrîşa balafirên şer ên Tirk, ku li gundê Zergelê yê Qendîlê rê li ber mirina 8 sivîlan û birîndarbûyîna bi dehan kesan vekir, li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanekê hat şermezarkirin.

Kurdistaniyên duh saet di 17:00 de li Meydana Sergel a Stockholmê civiyan, hikûmeta AKP'ê ya êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û sivîlan qetil dike, hat şermezarkirin. Çalakî di şexsê welatiyên li Zergelê jiyana xwe ji dest dan de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurd destpê kir. Dûre li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku balafirên şer ên Tirk ji 24'ê Tîrmehê û vir ve bê navber Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dikin, tevî sivîl bi dehan Kurdistanî qetil kirine û ev êrîş hat şermezarkirin. Navendê diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û DYA bi hinceta têkoşîna li hemberî terorê, destekê didin êrîşên dewleta Tirk.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên dewleta Tirk terora dewletê ye, sivîlan hedef digirin û hat ragihandin ku daxuyaniyên Serokkomar Erdogan û Serokwezîr Davûtoglû nîşan didin ku bombekirin û komkujî wê dewam bikin.
Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî, DYA û Yekîtiya Ewropayê hat kirin ku li hemberî binpêkirina mafên mirovan tavilê bikevin nava tevgerê û ji ber sûcê li dijî mirovahiyê li hemberî dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.