Komkujiya Til Eran û Til Hasilê didome

Komkujiya Til Eran û Til Hasilê didome

Bajarokên Til Eran û Til Hasilê çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El Şamê dorpêçkiriye û tabûrên Artêşa Azad  bi hemû hêza xwe alîkariya çekdarên îslamî yê radîkal dikin. Bi hezaran kurd bi komkujiyan re rû bi rû ne.

Çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El Şam bi alîkariya gelek tabûrên Artêşa Azad komkujî li Til Eran û Til Hasilê pêk tînin û ket roja 6 de li derdora Til Hasil û piraniya Til Eran hatiye dorpêçkirin. Bi hezaran welatî reviyane gundên Kurdan ên derdorê xwe bi cih kirine û ji ber tirsa qetilkirinê nikarin vegerin malên xwe.  Koçberên ji Til Eran û Til Hasil reviyana gundê kefer, Sixêr ê 5 kîlometrî rojhilatî Helebê bê ku navê xwe eşkere bikin bûyer ji ANHA’yê re vegotin. Koçberan dan zanîn wana mal û milkên xwe terk kirin û di riyên qacax re reviyane û xwe gihandin cihê bi ewle. Koçberan da zanîn ku çekdrên El-Nusra mal û milkên wan talan kirine, fitwa helal kirina kuştina kurdan û girtina jinên wan dane.

Welatiyê bi navê M.N. da zanîn ku, gelek ciwanên Til Hasil li ser destê çekdarên îslamî tenê ji ber ku kurdin hatine qetilkirin. M.N. yê ku hêsir di çavê wî debûn got;  “Vana komkujî li dijî kurdan pêk anîn”  M.N. diyar ku, ew di riyên qacaxre ji bajêr reviyane komên çekdar ew ne dîtine.

Koçberan dan zanîn ku, piştî fetweyên meleyên El-Nusra ya qetilkirina kurdan û helalkirin malên wan û revandina jinên wan piraniya malên Til Hasil û Til Eran hatine talankirin û bi sedan kes ku pirraniya wan jin û zarokin hatine revandin heta niha jî çarenûsa wan ne hatiye diyarkirin.

ARTÊŞA AZAD JÎ DI KOMKUJIYÊ DE CIHÊ XWE DIGIRE

Yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî yê Artêşa Azad ê bi navê Ebdulcebar El-Iqêlî ku di vîdeoyek fermandarên Artêşa Azad tê de li hev civiyane dibêje em dê Kurdan bikujin û tune bikin. El-Iqêlî diyar dike ku ew dê depoyên xwe yên cebilxaneyan ji bo çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bilad El-Şam/Eniya El-Nusra re vekin û bi hemû hêza xwe li dijî kurdan şer bikin.

El-Iqêlî eşkere dibêje ku  tabûra Azadî jî li gel wan li dijî kurdên Til Eran û Til Hasil şer dike û di êrîşên li dijî kurdan de cihê xwe digire.