Qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd yên jin yên li paytextê Fransa Parîsê li bajarê Duisburg yê Almanyayê û Montreal yê Kanadayê bi çalakiyan hate protesto kirin.
Zêdetirî 700 Kurdistaniyên li bajarê Duisburg yê Almanyayê li ber gara trena navendî hatin cem hev û qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez protesto kirin. Di çalakiya ku li derdora demjimêr 16 destpêkir, wêneyên 3 siyasetmedarên jin hatin hilgirtin û bê navber sloganên “tolhildan”, “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd namirin” hatin avêtin. Piştî ku li derdora demjimêr 17.30’an gihan ber avahiya Şaredariya Duisburgê, li vir daxuyaniyek hate xwendin. Çalakî piştre bi slogana bidawî bû.
Li bajarê Montreal yê Kanadayê jî duh di demjimêrên nîvro de nêzî 300 Kurdistanî li ber Konsolosxaneya Fransayê kombûn û komkujiya Parîsê şermezar krin. Di çalakiyê de ji hikumeta Fransayê hate xwestin ku kujeran peyda bike, her wiha wêneyên şoreşgerên jiyana xwe ji dest dayîn hilgirtin.