Komkujiya Parîsê li Barcelonayê hate şermezarkirin
Komkujiya Parîsê li bajarê Barcelona yê Katalonyayê hate şermezarkirin.
Komkujiya Parîsê li bajarê Barcelona yê Katalonyayê hate şermezarkirin.
Komek ji jinên Kurd û Katalan di 9'ê Çileyê de ji bo bîranîna şoreşgerên Kurd ên jin Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li bajarê Barcelona yê Katalonyayê li hev kom bûn.
Jinan bi vê armancê li pêşiya avahiya Konsolosxaneya Tirkiyeyê çalakiya şermezarkirinê pêk anîn.
Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên her sê şoreşgeran û bi nivîsa "Em ê ji bîr nekin" hate hildan.