Komkujiya Parîsê ji her alî ve zelal dibe

Li Parîsê, 9’ê Çile ya 2013’an sê jinên Kurd hatin qetilkirin. Tevgera Azadiya Kurd soz da gelê Kurd. Soza xwe bi cih anî; rêveberên MÎT’ê girt, hemû hêlên komkujiyê zelal bûn.

Sara, Rojbîn, Ronahî..

Divê çawa mirov behsa wan bike; xeyalên wan, jiyanên wan ên tije şer..
Sakîne Cansiz ji ber salvgera 25’an a kovara Serxwebûnê nivîseke ji hijmara 373’yan re dinivîse. Li wir ji bo kovarê dibêje, ‘’Romaneke jiyanê ye, dîrokeke ku bi rê ve diçe, biya min serboriyek e ku şahidî ji her êşê û lehengiyê re kiriye’. Bi van gotinan weke ku jiyana xwe ya ku ‘tim şer bû’ bi kurtasî vegotiye. Hem jiyana xwe û hem jî ya Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û jiyana yek ji endama tevgera ciwanan Leyla Şaylamez..Em sê şoreşgerên xwe weke xetîreyên di rêya Fatê Reş, Mîna Qazî, Leyla Qasim, Gulnar Xanim, Hanim Yaverkaya, Bêrîyan, Viyan Soran, Sema, Zîlan, Rindêxan û gelêkên dî de dimeşin, di salvegera 6’an a komkujiya wan de bi bîr tînin; dimeşin, diqêrin û mîrateya wan, têkoşîna wan di bîr û xêfa xwe de dineqişînin. Em şahid in ku hem bi jiyana xwe û hem bi şehîdbûna xwe çendî hêzeke mezin dane têkoşîna azadiya jinê û Şoreşa Kurdistanê.

SERDEMA KU KOMKUJÎ BÛYÎ

Serdema ku komkujî bûyî pêvajoyeke krîtîk bû. Ji çav re ‘pêvajoya çareserî’yê hebû. 9’ê Çile ya 2013’an komkujiya Parîsê çêbû ku xwedî wî rengî bû dikarîbû pêvajoyê sabote bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nû dest bi hevdîtinan kiribû, aliyan gotûbêj dikirin bê ka pêvajo çawa dikarî were geşkirin. Ocalan ji bo planên jiyanî xwêdan û ked dirijand û dîplomasî dikir. Ji rêveberiya tevgerê jî dihate xwestin ku bi ramaneke hevpar ya plankirî were pêşberî dewletê. Di rewşeke wiha de ku gotûbêjek dihate kirin û hewldana avakirina ramaneke hevpar hebû, 9’ê Çile li Navnda Çandê ya Kurd Sara, Rojbîn û Ronahî hatin qetilkirin. Ocalan piştre got, ‘’Roja ku me hevdîtin dikir ev bû. Rasterast gef li me hate xwarin’’. Vê daxuyaniyê careke dî diyar kir ku dewlet çendî avaniyeke kirêtî ye û niyeta wê ew e ku rewşa asê, asêtir bike. Jixwe bi vê cinayeta hêwilnak dihate xwestin ku Ocalan li ser masê ji hêzê bixin, gefên xwe qeyîmtir bikin.

JI HER HÊLÊ VE HEJIJAND

Komkujî ji her hêlê hejijand. Parîs bi piştrastkirina çespandina, ‘Parîs bajarekî wiha ye ku ji sincê, rêgez û hîsên jidil bê par e’, dîsa malxweyîtî ji gelek cînayetê polîtîk re kiribû, ku vî 30-40 salî hatibû kirin. 9’ê Çile jî di şexsê 3 jinên şoreşger de jina Kurd dîsa li xêv û bîra xw ya xwînî vegeriya bû. Hê cenaze li erdê bûm, Mehmet Alî Şahîn ê AKP’yî got, ‘’Rewşên mîna vê dibe ku li Elmanya û deverên dî jî bibin’’. Hewldana dewletê sîstematîk bû, careke dî hatibû fêhmkirin ku hewldana tasfiye û pirnisandina gelê Kurd hatiye geşkirin. Lê di serî de li Ewropayê, protestoyên mezin ên li Kurdistanê, hêrsa ku hatî nîşandan û ya herî girîng jî xwedîderketina mezin kir ku pêlekê dewlet bi paş ve gav bavêje.

ŞEPIRZETIYA DARAZA FRANSIZ

Geşedana dî ya balkêş jî di şexsê gumanbarê kujer Omer Guney de diyar dibû. Rûyê daraza Fransayê jî ji vir xuya bû. Daraza Fransayê ku destpêkê li ser Omer Guney rawestiya li gel gelek delîlên zelal ên heyî jî tiştên ku dihate xwestin nekir. Di tomariyeke deng a Omer Guney de ku 12’ê Çile ya 2014’an li ser înternetê belav bû, ku dihate diyarkirin endamên MÎT’ê, di nav axaftinê de gumanbarê kujer planên kuştinê vedigot. Piştî bi 2 rojan, 14’ê Çile belgeyek derkete holê ku MÎT’ê ev li derewê neqeliband. Di belgeyê de, ku îmzeya rayedarên MÎT’ê li ser hebû, qeydkirî bû ku ji bo Sakîne Cansiz ji holê were rakirin 6 hezar Euro dane. Çile kovara Express bal dikişand ser nimroyên telefonê yên li Tirkiyê ku Omer Guney bi wan re axivî, malpera M6info ragihand ku tomariyên deng 22’yê Çile ji hêla dadgerê lêpirsînê ve hate ji Omer Guney hatiye pirsîn. Li gorî malperê ti şik û guman jê nebû ku ji hêla wan kesan ve ku lêpirsîn dikirin deng ê Guney bû.

TETÎKÊŞ XWEST KU BIREVE

ANF’ê, 2’yê Sibatê kitekitên belgeya ku Dadgeha Îstînafê ya Parîsê 2’yê Sibatê ya derbarê Komkujiya Parîsê ji rayedarên pêwendîdar ê Tirk re şandî, derkete holê. Parêzerên gumanbarê kujer, Anne Sophîe Lguens û Xavîer Nogueras gotin miwekîlê wan bi ‘nexweşiya giran a tumorê ye’ û ew ê li dijî şertên girtîgehê gilih bikin. Piştî ku gilih bi kêr nehat Omer Guney hewl da ku bireve.

TAM DEMA KU WÊ DERKETA DADGEHÊ

Tam jî wê dema ku wê derketa dadgehê agahiya mirina Omer Guney hat. Lê ev nûçeya bi dîroka Kanûna 2016’an, teza li ser ronînekirina komkujiyê hevkariyeke geş heye, xurtir kir û bû rastîyek. Birayê Sakîne Cansiz Metîn Cansiz, bavê Fîdan Dogan Hasan Dogan û bavê Leyla Şaylamez Cumalî Şaylamez bi daxuyaniyeke hevpar gotin, ‘’Lêpirsîn li gel ku nîvê 2015’an qediyabû jî çima heta Çile ya 2017’an hate texîrkirin?’’ Her wiha bi gotina, ‘’Weke ku di naveroka dosyayê de û di angaştnameyê de hatiye goitn, bûyer bûyereke organîze ye, kiryar ne tenê yek kes e, li pişt MÎT’a Tirk heye. Ligel ev çend agahiyan jî, çima hin kesên dî yên kiryar nehatine dîtin û tim dosyayeke bi yek bersûcî hate çêkirin?’’, bal kişandin ser wê ku komkujî bi planekê ye.

JI DESTPÊKÊ VE HATE DESTNÎŞANKIRIN

Lê ji destpêka bûyerê ve, di serî de Ocalan,Tevgera Azadiya Kurd li ser rawestiyabûn ku ji her hêlê ve komkujiyeke ‘zelal’ e. Tekana cihê ku dihate destnîşankirin ‘AKP û MÎT’ bû. Ango Erdogan û polîtîkaya wî ya gemarî..

Heke bi bîra mirov were, di salvegera 1’ê ya komkujiyê de (9’ê Çile ya 2014’an) KCK’ê di daxuyaniyê de soz da û got ‘’’’Hesabê van sê jinên şoreşger bi teqezî wê were pirsîn’. Bi berdewamî hate gotin, ‘’Dewleta Tirk, hikûmeta AKP’ê û MÎT pir baş pê dizane bê ka ev komkujî ji hêla kê ve hatiye kirin’’.

Her wiha di salvgera 1’ê ya Komkujiyê de Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hosat got hedef pêvajoya aştiyê ye û bal kişandibû ser xalên girîng. Bi taybetî bal kişandibû ser AKP’ê û hişyarî li ser Gladîo ya nû kiribû. Hozat wiha gotibû: ‘’Beriya komkujiya Parîsê Omer Guney gelek caran hatibû Tirkiyê. Agahiyên berbiçav hene ku wê pêvajoyê li Tirkiyê gelek civîn hatine kirin. Ne pêkan e ku haya AKP’ê ji van civînan û civînên beriya vê nebe. Bi ser de Erdogan bi xwe diyar kir ku mehekê wan heval Sara şopandine. Komkujiya Parîsê bi destê van hêzan hate kirin. Bi ser NATO’yê re Elmanya û Fransa di nav vî karî de ne.’’

PKK’Ê SOZ DA GELÊ KURD

Xaleke dî ya girîng; PKK’ê ji destpêkê ve ji Kurdan re diyar kiribû ku ew pêvajoyê dişopînin, baweriyê bi rayedarên Fransî nayînin, ku belgeyên berdest par ve nakin û ew lêpirsîna xwe didomînin, bi teqezî wê cînayetê ronî bikin. Her wiha gotibû derxistina holê ya berpirsên Komkujiya Parîsê her wiha wê were wê maneyê ku kesên ku çareseriya pirsa Kurd asteng dikin, kifş bibin.

PKK SONDA XWE BI CIH ANÎ

Niha di salvgera 5’an de em ketine qonaxeke pir cudatir. Em dikarin bibêjin ku Komkujiya Parîsê hate ronîkirin. Berfirehiya operasyona MÎT’ê ku 3’yê Çile ya 2018’an di ANF’ê de hatî weşandin, bi wî rengî ye ku nûçeya herî karîger a mezin a vê salê ye. Ji ber ku belkî jî cara pêşî ye ku naveroka vê cînayeta ku di dilê modernîteya kapîtalîst de pêk hatî ev çend zela dibe. Ev her wiha derbeke li giyanê modernîteya kapîtalîst e. Ev pêvajo jî bi dij operasyoneke wiha ya dîrokî ya herî mezin û girîng pêk hat. Operasyona bi navê OPERASYONA ŞOREŞGER A TOLHILDANÊ YA ŞEHÎD SAKÎNE CANSIZ Tebaxa 2017’an dest pê kir û dawiya wê ‘mihteşem’ bû. Ji ber ku bi vê operasyonê re avaniya sazîyê ya MÎT’ê, rêxistiniya wê, endamên wê, navendên wê, adrêsên wê, torên wan ên hundir û derve, hêmanên wan ên ku xistin nav dewlet û rêxistinan bi rêjeyeke zêde hatin deşîfrekirin.

Komkujiya Parîsê, weke suîkastên li Rojava, gelek çalakî û malên lêpirsînê yên veşartî yên derzagonî bi berfirehî deşîfre bûn. Her wiha di serî de Bakurê Kurdistanê û Tirkiye, endamên MÎT’ê yên li Ewropa, Rojava û Başûrê Kurdistanê û sîxûrên wan ên bi ser wan ve, nasnameyên kesên xwecih ên ku agahiyê didin wan bi piranî derketin holê. Beşekî mezin ê van sîxûran û hêmanên wan bi operasyonan hatin girtin. Li gelek qadan derbên kuştinê li tora rêxistiniyê ya MÎT’ê hate xistin. Bi her girtinê re bi agahî û belgeyên ku derketin holê operasyon berfireh bûn û hem li Tirkiyê û hem li derveyî wê xebatên pratîk ên MÎT’ê hatin şehtkirin.
KCK’ê ev hemû bi raya giştî re par ve kirin û ragihand ku ew ê parvekirinê bidomînin.

PLANGERÊ KOMKUJIYÊ JÎ HATE EŞKEREKIRIN

Di daxuyaniya KCK’ê de ku hatibû gotin, ‘’ Bi mezintirîn dij operasyona şoreşger a di dîrokê de girtina du rêveberên MÎT’ê yên ku li dijî Tevgera Azadiyê bi fermana Erdogan û bi rasterast bi Hakan Fîdan re dixebitin û bi wesfê serokên daîreyan in, mezinbûna operasyonê nîşan dide, derbarê komkujiya Parîsê gahiyên girîng hatin parvekirin. Cara pêşî ye ku navê plangerê komkujiyê bi raya giştî re hate parvekirin. Di daxuyaniyê de hate destîşankirin ku desthilatdariya AKP’ê ya bi rêveberiya Erdogan di rewşa bê şer de û dema ku li Îmraliyê hevdîtin didomî, siyaseta îmhayê hatiye rêvebirin û wiha hate gotin: ‘’Çespandina karakterê komploger ê AKP’ê û MÎT’ê ye ku plangerê komkujiya 9’ê Çile ya 2013’an Parîsê Sebahattîn Asal rêveberê MÎT’ê ye û di hevdîtinên Îmraliyê de li ser navê şandeya dewletê li gel Muhammed Dervîşoglu tevlî hevdîtinan bûye. Ev jî careke dî diyar bûye ku ji bo dewleta Tirk û MÎT’ê ya ku karê wê yê gemarî dike, ji bo tinekirina Kurdan her tişt dikare were kirin. Her wiha agahî û belgeyên di vê operasyonê de hatine bidestxistin derdixîne holê ku di pêkanîna hilweşîna Sûriyê de para herî mezin a desthilatdariya AKP’ê ya bi rêveberiya Erdogan e.’’

Belê, KCK bi daxuyaniyeke dîrokî nîşan da ku ew li pey soza xwe maye. Operasyona KCK’ê û bi vê cînayetê re rastiyên ku derketin holê tije ders in.