Li bajarê Perth ya Awustralyayê, qetilkirina siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hate prostestokirin.
Kurdên li paytexta Perth a Awustralyayê dijîn, li ber seferatxaneya Fransayê hatina cem hev û bûyer şermezar kirin. Girseya saet di 10.30’an de hatin cem hev wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hildan.
Li ser navê Komeleya Çanda Kurd a Avwustralyayê, Îsmet Aslan axaftinek kir. Di çalakiyê de dirûşmeyên ku bila komkujî bê ronîkirin hatin qêrîn û çelenga reş danîn ber seferatxaneya Fransayê. Her wiha dosyayek dan cigirê seferatxaneyê Ghodeleîne Grogan.
Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyeke rêz hat girtin û Groganê dosya wergirt, diyar kir ku dê bigihînin Serokkomar û Wezîrê Navxweyî yê Fransayê.