Komkujî li Hewlêrê hat şermezarkirin

Komkujî li Hewlêrê hat şermezarkirin

Rêxistinên jinan ên Hewlêrê qetilkirina 3 siyasetmedarên kurd ên jin şermzar kirin û xwestin ku demildest kujer bên dîtin û sûîqest bê ronîkirin.

Rêxistinên jinan ên Hewlêr bi armanca şermezarkirina qetilkirina 3 siyasetmedarên kurd ên jin ên ku li paytexta Parîs a Fransayê li ber balyozxaneya Fransayê daxuyanî da çapemeniyê. Rêxistina Jinên Azadixwaz ên Kurdistan (RJAK) jinên endamên Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan tevli daxuyaniyê bûn. Li ber Balyozxaneya Fransa ya Hewlêrê li ser navê jinan Rojnamevan Şîlêr Bapîrî daxuyanî xwend.

Bapîrî, diyar kir ku jinên Hewlêrê qetilkirina 3 siyasetmedarên kurd ên jin şermezar dikin û wiha got: "Ev komkujiya li ser 3 siyasetmedarên kurd ên jin bûyerek pir bi êşe û bûyerkî hov e. Em piştgiriya xwe ji bo rêya tekoşîna 3 gulên Kurdistanê didîn diyar kirin û vê bûyerê bi awayek herî tund şermezar dikîn." Bapîrî, anî ziman ku sûîqesta li hemberî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li hemberî tevayî jina kurd û tevgera azadixwaz pêk hat. Bapîrî, da zanîn ku divê demildest kujer bên dîtin.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê heyeta ji 3 kesan pêk dihat bi Sefîrê Fransa yê Hewlêre hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê Hîndekara Zanîngeha Hewlêrê Prof. Dr. Şûkriye Îbrahîm derbarê hevdîtinê de axivî û wiha got: “Me di derbarê qetilkirina 3 siyasetmedarên kurd de nerazîbûna xwe ji wana re anî ziman û me ji wan xwest kû pêwîste di demek kin de kujer werin eşkere kirin. Sefîrê Fransa yê Hewlêrê jî anî ziman kû ew ji bo vê bûyerê gelek xemginin kû li welatê wan Fransa çêbuye. Sefîrê Fransî ji me re behsa dostaniya Kurd û Fransiyan kir û da diyar kirin ku 'tu hêz nikarin dostaniya gelê Kurd û Fransiyan xirap bikin. Bi vê bûneyê ji bo eşkerekirina kujerên 3 siyasetmedarên kurd tişta ji destê me û dewleta me tê em ê bikin.'” Daxuyanî bi slogana "Şehîd namirin" bi dawî bû.