Komkujî li Bordeaûxê hat protestokirin
Li bajarê Fransa Bordeaûxê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li ber avahiya Şaredariyê ji bo sê rojan konê agahdarkirinê veda.

Kurdistaniyên li Bordeaûxê dijîn, komkujiyên Pirsûs û Zergelê yên di demên dawî de qewimîn û şerê li hemberî gelê Kurd hatiye destpêkirin, şermezar kirin.
Kurdistaniyan bi vê armancê li ber avahiya Şaredariya bajêr bi dirûşmeya "Dewleta Tirk Kurdên sivîl qetil dike, hûn dengê me dibihîzin?" konê agahdarkirinê vekirin. Kon wê sê rojan vekirî be.
Li binê kon, der barê komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gelê Kurd de agahî tên dayîn. Karîkaturên li ser hevkariya Serokkomarê Tirk Erdogan û DAIŞ'ê yên li dora kon hatine daliqandin jî, rastî eleqeyeke rêze ya Fransiyan tên."