Komîteya Rojava: Rojava hêvî da çepa Swêdê

Endamê Komîteya Rojava ya Swêdê Edvîn Marklûnd destnîşan kir, ku sîstema li Rojava hêvî û daxwaza têkoşînê da çepa Swêdê, ku di rewşeke bêdeng debû.

Endamê Komîteya Rojava ya Swêdê Edvîn Marklûnd da xuyakirin, ku sîstema li Rojava nîşan da li Rojhilata Navîn a dîktatorî û nîv dîktatorî lê serdest e, avabûna sîstemeke din pêkane. Marklûnd destnîşan kir, ku sîstema li Rojava hêvî û daxwaza têkoşînê da çepa Swêdê, ku di rewşeke bêdeng debû.

Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de, komên çep ên Swêdî li hev kom bûn û ji bo piştgiriyê bidin Kobanê ya hat dorpêçkirin, komîteyk ava kirin. Ev rêxistinbûyîna bi navê Komîteya Rojava, bi armanca piştgirîdayîna Rojava bi taybetî jî Kobanê, hin rêze çalakî lidar xist.

Ji damezrînerê Komîteya Rojava Edvîn Marklûnd diyar kir komîte ji ber pêwîstiya bi piştgiriya navneteweyî derket holê û got, "Di dema dorpêçiya li ser Kobanê de me lêkolîn kir bê li Rojava sîstemeke çawa heye. Me dît ku sîstemeke balkêş û erênî heye. Ji bo piştgiriyê bidin rêxistinbûyîna siyasî ya li wir, me komîteyek ava kir."

Marklûnd got, "Xebatên me ne tenê desteka madî bû. Bi çûyîna wê derê, dîtina wê çandê re me xwest tevkariyê li avakirinê bikin" û da zanîn ku di destpêkê de ji bo şandina kincan wan kampanya dan destpêkirin û 10 kon kinc ji Rojava re şandine.

Marklûnd da zanîn ku tevî vê yekê wan çend şev organîze kirine û hemû hatineyên van şevan gihandine YPG û YPJ ên li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Marklûnd diyar kir ku ji bo hem YPG û YPJ'ê bêhtir bidin naskirni, hem jî alîkariyê kom bikin, wan t-shirtên bi amblemên YPG/YPJ'ê firotine.

'EM BI AWAYEKÎ AKTÎF TEVLÎ JI NÛ VE AVAKIRINA KOBANÊ DIBIN'

Marklûnd da zanîn ku ji bo bi awayekî aktîf tevlî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibin û nêrînên xwe parve bikin, heta niha 6 endamên komîteyê çûne Rojava, ji 2 hefte heta mehekê tevlî xebatên pratîkî bûne û diyar kir ku ekîba tenduristiyê ya berî hefteyekê şandin Rojava, wê timî li wir wezîfeyê bike.

Marklûnd da xuyakirin ku ew jî tevî endamekî komîteyê dixwaze ji bo vekirina studyoyeke muzîkê biçe Rojava û bi van gotinan bal kişand ser dorpêçiya dewleta Tirk a li ser Rojava:

"Di meha Tebaxê de em çûn Tirkiyeyê. Lê nehiştin ku em ji wir derbasî Rojava bibin. Em nikarîbûn derbas bibin. Lê belê amûrên me bi xwe re anîn, me şandin Rojava. Piştre bi rêya telefon û înternetê me agahî dan mirovên li Rojava ku van amûran bicih bikin. Duh studyo çêkirin û du stranên xwe jî weşandin. Em ê stranên li wê derê tên amadekirin bikin CD, bifiroşin û hatineyên wê jî ji Rojava re bişînin."

DI "1'Ê MIJDARÊ ROJA KOBANÊ" DE KAMPANYA BEXŞANDINÊ Û XWEPÊŞANDAN

Marklûnd anî ziman ku Komîteya Rojava, ji bo tamîrkirina dibistanek hatiye hilbijartin, wan 100 hezar kronên kom kirine şandine Rojava û got, "Îsal di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê de em ê li Stockholmê kampanyayeke bexşandinê, konferans û xwepêşandaneke mezin bi rêxistn bikin. Û bi pereyên li van deran kom bikin re, em ê dibistanekê ava bikin."

Marklûnd destnîşan kir ku sîstema Rojava ji ber ku nîşan daye li Rojhilata Navîn a dîktatorî û nîv dîktatorî lê serdest e avakirina sîstemeke nû pêkane û jiyana gelan a bi hev re, ew girîngiyeke taybet didin piştigirya bi Rojava re.

"EM Ê LI ROJAVA QURSAN BIDIN DESTPÊKIRIN"

Marklûnd da zanîn ku sîstema lİ Rojava, hêvî û daxwaza têkoşînê daye çepa Swêdê ya bêdeng û diyar kir ku ji bo sîstema li Rojava baştir were fêmkirin ew ê di hefteyên pêş de qursan bidin destpêkirin. Marklûnd ragihand ku di qursa destpêkê de ew ê konfederalîzma demokratîk binirxînin.

Marklûnd da xuyakirin ku teoriya konfederalîzma demokratîk a Ocalan, mafê biryardayînê dide gelan, ew vê yekê gelekî erênî dibînin û diyar kir ku bi qursan re ew dixwazin vê ferasetê bigihînin tevahiya Swêdiyan.

Marklûnd da zanîn ku armanca wan ne ew e ku yekser bandorê li hikûmeta Swêdê bikin, ew dixwazin bandorê li rêxistinên civakî yên sivîl û mirovên ji rêzê bikin û got, "Em dixwazin helwesta hikûmeta Tirk a li hemberî PKK û PYD'ê were guhertin, PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin û kantonên li Rojava ji aliyê welatên Rojavayî ve bi awayekî fermî werin naskirin."

"EM DIXWAZIN SÎSTEMA LI ROJAVA LI VIR JÎ HEBE"

Marklûnd ragihand ku li Rojava sîstemeke wekheviya jin-mêr û pirçanditî heye û got, "Ev ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo hemû gelên li herêmê, ji bo me mirovên li Swêdê dijîn jî gelekî girîng e. Em dixwazin heman sîstem li vir jî hebe. Ev sîstema demokrasî û mafên mirovan esas digire. Ji jorê nayên rêvebirin. Gel xwe bi xwe bi rê ve dibe. Ji ber van hemûyan em girîng dibînin, ku sîstema li wir hebûna xwe bidomîne."

Marklûnd bibîr xist ku li Rojava bi taybetî jî li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke mezin hatiye nîşandan û got, "Em ê bi hemû hêza xwe li cem wan bin."

...