Komîteya piştgiriya Rojava bi Waliyê Toûloûse re rûnişt
Komîteya piştgiriya Rojava ya li bajarê Fransa Toûloûse, bi Walî Pascal Maîlhos re rûnişt û li ser rewşa dawî ya li Rojava û polîtîkayê şer ên AKP'ê dosyayek agahdarkirinê radest kir.
Komîteya piştgiriya Rojava ya li bajarê Fransa Toûloûse, bi Walî Pascal Maîlhos re rûnişt û li ser rewşa dawî ya li Rojava û polîtîkayê şer ên AKP'ê dosyayek agahdarkirinê radest kir.
Komîteya piştgiriya Rojava ya li bajarê Fransa Toûloûse, bi Walî Pascal Maîlhos re rûnişt û li ser rewşa dawî ya li Rojava û polîtîkayê şer ên AKP'ê dosyayek agahdarkirinê radest kir.
Heyeta ji 7 kesan, li Walîtiyê bi walî Pascal Maîlhos re hevdîtin kir. Rojeva hevdîtinê 4 serenavên bingehîn bû. Di hevdîtinê de hat ragihandin ku girîng e Kantonên Rojava bi awayekî fermî werin naskirin. Hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi hinceta DAIŞ'ê re qadên gerîla bombe dike û bi vî rengî operasyoneke berevajîkirina rastiyê dimeşîne.
Hat ragihandin ku pêwîste endamê NATO'yê Fransa, dest ji hevkariya bi Tirkiyeyê re berde, destekê bide nûnerên qanûnî yên Kurdan û PKK'ê tavilê ji lîsteya rêxistinên 'terorê' derxîne.
Walî Maîlhos dosya qebûl kir û anî ziman ku ew ê ji Wezîrê Karên Derve Laûrent Fabûîs û rayedarên hikûmetê re ragihîne.
Li dû daxuyaniyê de ji Partiya Çep a Fransayê Jean-Chrîstophe Schellîn daxuyaniyek da û got, "Weke komîteya piştgiriya Rojava, di hevdîtina saetekê ya bi Walîtiya Toûloûse re me ragihand ku divê kantonên ekolojîst, femînîst û laîk ên li Rojava ji aliyê hikûmeta Fransaye ve bên naskirin.
Me diyar kir, ku hikûmeta Tirk a piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê rewabûna xwe winda kir, darbeyeke sivîl pêk aniye û di bin navê êrîşa hewayî ya li hemberî DAIŞ'ê de, Kurd û tevgerên çep ên Tirkiyeyê hedef digire, tevî êrîşên hewayî yên li dijî Kurdan di operasyonan de 1300 kes hatine binçavkirin û ev yek jî nîşan dide ku hevkariya AKP-Erdogan û DAIŞ'ê di kîjan astê de ye."
Schellîn da zanîn ku weke endamekî girîng ê NATO'yê Fransa divê haya xwe ji van polîtîkayên qirêj ên Tirkiyeyê hebe û destnîşan kir ku êrîşên Tirkiye îdîa dike li hemberî DAIŞ'ê kiriye, xapandin e. Schellîn da xuyakirin ku di bin navê DAIŞ'ê de tê xwestin şerekî qirêj bê meşandin, bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê mînaka herî vekirî ya vê yekê ye û anî ziman ku Tirkiye dixwaze NATO'yê jî tevlî şer bike, bi vÎ rengî hevkarekî xwe yê sûc peyda bike.
Schellîn diyar kir ku divê Fransa neyê vê lîstikê û ragihand ku divê hikûmeta Fransa êdî ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin bixebite û nûnerên Kurdan bibîne.