Komîteya PAJK'ê ya Kevana Zêrîn Mazdek Ararat bi bîr anî

Komîteya PAJK'ê ya Kevana Zêrîn sînemager, şoreşger û hunermend Omer Bagci (Mazdek Ararat) bibîr anî.

Komîteya PAJK'ê ya Kevana Zêrîn bi daxuyaniyeke nivîskî Omer Bagci (Mazdek Ararat) bi bîr anî, ku di 13'ê Îlona 2019'an de li herêma Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrêyê me Mazdek Ararat di şerê Kobanê de wekî her ciwanekî welatparêz bi ruhekî fedaî tevlî berxwedana Kobanê bû. Piştî şerê Kobanê di şoreşa Rojeva de rolekî girîng lîstiye. Di vesaziya damezrênera Fîlma Komîna Rojava de pêşengtî kiriye û rolekî sereke lîstiye."

Daxuyaniyê wiha dom kir:

"Bi sekna xweyî mitewazî, cehwerî, kedkarî û bi ruhê heskirina hevaltî bi coş û kelecan bingehê Filma Komîna Rojava heta astekê aniye. Heval Mazdek tenê ne wekî sînemagerekî wekî kedkarekî çi kar ketibe ser milê wî bi berpirsyartiyekî şoreşgertî pêk anî ye. Heval Mazdek Ararat  ji herêma Serhedê ji malbatek welatparêz e  û di zaroktiya xwe de tevgerê nas dike. Bi vî hestên welatparêziyê di cîhana Sînema de her xwestiye bal bikişîne ser rastiya kiryarên ku dewlet li ser tekoşîna gelê Kurd meşandiye. Li ser vî esasî bi derdora cîhana sînema de bi kesên demokratîk re tekilya datîne. Kesayetekî li dijî modernîta Kapîtalîzmê bû. Yekî anarşîst bû. Lê piştî di nava refên şoreşê de cihê xwe werdigire, hêlê xweyî anarşît di demek kurt de bi hêvî û azadiyê re dikemilîne.  Bi ruhekî cehwerî sînema şoreşgerî kesayeta xwe de pêş dixîne. Di jiyana xwe de cehwera heqîqetê bi ked û hewldanek mezin dineqişîne. Di heman demê de bi jinê re li ser esasê hevaltiyek rast  ava dikir û di şexsê heval Sema Yuce de jin wek pêşengê xwe didît. Her dixwest bibe şopdarê tola serîrakirina zarokên Agirî. Ji ber di hembêza dayika xwe de bi dengên payzokên çîrok û bîranînê serîrakirinê ve pijiya bû. Hevrê Mazdek Ararat di jiyan û berhemên xwe de erk û berpirsyartiya şoreşa demê dikir.

Hevrê Mazdek;  gava bi erka xwe re radibe, di encama qezeyakê de jiyana xwe ji dest dide. Em wekî kevana Zêrîn sekna kesayeta heval Mazdek Ararat  bi  tekoşîna xwe bilind bikin  û bibin bersiv.  Her şehîdên me hêrsên me hîn xurtir dike û berpirsyartiya me giran dike. Em ê hêvî û armanca wî di jiyan û xebatên xwe de berdewam bikin. Di serî de ji malbata wî, ji gelên welatparêz û rê hevalên wî re sersaxiyê dixwazin û dibêjin şehîd namrin."