Komîteya Kurd bi parlamentera Îtalyayê re li ser zextan axivî

Heyetek ji Komîteya Kurd, li bajarê Mîlano yê bakurê Îtalyayê, bi parlamentera Partiya Demokrat Lîa Qûartapelle re hevdîtinek kir, ku Qûartapelle di karên derve yên hikûmetê de dixebite.

Di hevdînê de rewşa siyasî ya dawî hate nirxandin û hat ragihandin, girtina parlamenterên HDP'ê rê li ber hêrseke mezin a Kurdan vekiriye û ev yek dewama darbeya li Kurdan e. Hat destnîşankirin, girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê yên bi rêbazên demokratîk hatin hilbijartin 'helwesteke siyasî' ye.

Di vê hevdîtinê de li ser navê Komîteya Kurd hat gotin, "Eşkere ye ku ev pêvajoya zordar, Tirkiyeyê û civakan dixe nava pêvajoyeke gelekî tarî. Ji bo ji nû ve zindîbûna demokrasî û aştiyê, divê ev mejî û pratîka tinekirinê ji holê rabe."

Komîteya Kurd ji parlamenter pirsî, ku li dijî vê rewşa heyî weke Îtalyayê çi pêşniyarên wan ên çareseriyê hene.

'NAXWAZIN DIYALOGÊ BIBIRIN'

Parlamentera Partiya Demokrat a li Îtalyayê hikûmet e Lîa Qûartapelle jî da xuyakirin, ku girtina parlamenterên Kurd bi ti awayî nayê qebûlkirin û anî ziman, ev pêvajoya hilweşînê piştî darbeya 15'ê Tîrmehê mezin bûye.

Parlamentera Îtalyayê da xuyakirin, ku tevî van bûyerên diqewimin jî ew alîgir e divê bi Tirkiyeyê re diyalog dewam bike û îdîa kir, ku ji bo ji pêvajoyên demokratîk û reforman 'dûr nekeve', lazim e deriyê diyalogê vekirî be û têkilî bidome.

DAXWAZA LI SER PARLAMENTERÊN HDP'Ê WÊ JI KONSOLOSXANEYÊ RE BÊ RAGIHANDIN

Qûartapelle da zanîn, ku wê îro li Romayê bi Serkonsolosê Tirkiyeyê re hevd^tin were kirin û di vê hevdîtinê de ku ew ê bi xwe jî lê amade be, daxwaza serbestberdana parlamenteran ragihîne. Parlamenter soz da ku di vê mijarê de ew ê di asta pêwîst de agahiyan bide Kurdan.

MESAJA 'JI BO XATIRÊ TÊKILIYAN, HOVÎTIYÊ JI NEDÎTÎ VE NEYÊN'

Komîteya Kurd jî destnîşan kir, ne ya qebûlkirinê ye, ku ji bo xatirê têkiliyan ev polîtîkayên hovîtiyê ji nedîtî ve werin û diyar kir, divê nerazîbûneke xurt li hemberî Tirkiyeyê were nîşandan.

Endamên heyetê dan xuyakirin, ku divê hikûmeta Îtalya û Parlamenta Ewropayê peymanên xwe yên aborî, polîtîk û leşkerî yên bi Tirkiyeyê re ji nû ve binirxînin. Her wiha ji hikûmeta Îtalya, partiyan û saziyên erkdar ên Ewropayê hat xwestin, ku ji bo berdana parlamenterên HDP'ê bi rengekî herî zelal, zextê li dewleta Tirkiyeyê bikin.

...