Komîteya amadekar a Kongreya Netewî dicive
Komîteya amadekar a Kongreya Netewî dicive
Komîteya amadekar a Kongreya Netewî dicive
Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî ya Kurd, ji bo xebatên amadekariya kongreyê sibê tên cem hev.
Di 22’ê tîrmehê de ji çar parçeyên Kurdistanê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevli civîna amadekariya Kongreya Netewî ya Kurd bûn û liw ir komîteyek avakirin. Komîteyê lez dan xebatên xwe.
Komîteyê civîna xwe ya yekemîn di 25’ê tîrmehê de bi tevlibûna Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî re li cihê xwe pêk anî. Sibê jî dê der barê xebat di çi astê de ne bicivin.
Endamê Komîsyona amadekar a Konferansê parlamentera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane beriya biçe Hewlêrê der barê amadekariyan de agahî da. Bîrtane wiha got: “Di pêvajoyeke wisa girîng de xebatên kongreya Netewî ya kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û dîaspora didome. Bi taybet di warê lîsteya tevlibûnê de ji komîsyonê re tê ragîhandin. Komîte di yekê tebaxê de dê xebatan binirxîne.