Komîteya 1’ê Gulanê: Wê edalet ji qeşmerên qesrê re pêwîst bike!

Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê, êrîşa polîsan û komên nîjadperest şermezar kir û xwest kesên di bin çavan de bên berdan. Serokê Giştî yê DÎSK’ê Beko got ku li hember êrîş û qedexeya Taksîmê wê gilî bikin.

Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê, têkildarî terora polîsan a duh li Navenda Giştî ya DÎSK’ê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di civîna ku ji aliyê DîSK, KESK, TMMOB û TTB’ê vve hat lidarxistin, Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko, Sekretera DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu, Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen, Prof. Dr. Raşît Tukel amade bûn.

Li ser navê Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko diyar kir ku ji bo 1’ê Gulana 2016’an jî li Taksîmê bê pîrozkirin wê bi israra bin, têkildarî êrîşa polîsan jî wê gilî bikin.

Beko êrîşa komên ulkucî-faşîst a bi polîsan re şermezar kir û got: "Nêzî 300 kes di bin çavan de ne. Di saetên zû yên sibehê de mirov hatin astengkirin. gelek kes negihiştin qadan jî. Vir ez ê hin tiştan bînim bîra qeşmerên qesrê; wê rojeke mutleq heq, edalet û azadî ji qeşmerên qesrê re pêwîst bike. Ez faşîstên bi ço yên li Trabzon û Nîgde şermezar dikim.”