Komîsyona Venedîkê serdana HDP’ê kir
Heyetek ji Komîsyona Vendedîkê çû serdana HDP’ê. Heyet ji aliyê Îdrîs Balûken ê ku rojên borî hatî berdan ve hate pêşwazîkirin.
Heyetek ji Komîsyona Vendedîkê çû serdana HDP’ê. Heyet ji aliyê Îdrîs Balûken ê ku rojên borî hatî berdan ve hate pêşwazîkirin.
Serokwekîla Komîsyona Venedîkê Herdîs Kjerûlf Thorgeîrsdottîr û heyeta li gel li Meclîsê li gel komên partiyên siyasî civiya.
Heyet ji aliyê Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken ê ku rojên borî hatî berdan, Parlemetera Mêrdînê Mîthat Sancar û Parlemetera Amedê Sîbel Yîgîtalp qebûl kir.
Thorgeîrsdottîr ji ber mêhvandariya HDP’yiyan spasiya xwe pêşwazî kir, diyar kir ku rojeva hevdîtina di pêvajoya Rewşa Awarte de bikaranîna azadiya îfadeyê û azadiya çapemeniyê ye.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken wiha got: “Guhertina Distûra Bingehîn a ku niha dixwazin pêk bînin di aliyê azadiya îfade û rayeyê de, pêşwazîkirina pêwîstiyê wan li aliyekê wê hê zêdetir zextan kûrtir bike. Tevî ku di Meclîsê de partiya 3’emîn in jî Hevserokên wan ên giştî li gel 10 parlemeter û nêzî 70 hevşaredarên wan, bi hezaran endam û rêveberên wan girtîne. Bi dehan saziyên çapemeniyê hatine girtin, kilît li deriyê wan hatine xistin, dest danîne ser her tiştên wan. Bi dehan rojnamevan girtîne.”
Balûken destnîşan kir ku divê bil ez şert û mercên azadî û demokrasiyê bê avakirin, dawî li van girtinên ku xebatên siyasî yên demokratîk asteng dikin bi dawî bikin. Divê pêvajoya referandûmê ku ji bo her kes bi awayekî serbixwe û meşrû bi rê ve biçe bê avakirin.
Hevdîtin ji çapmeniyê re girtî dewam kir.