"Komîsyona Şopandinê" ya Wanê dest bi kar kir
"Komîsyona Şopandinê" ya Wanê dest bi kar kir
"Komîsyona Şopandinê" ya Wanê dest bi kar kir
Li Wanê, "Komîsyona Şopandina Vekişînê" ya ji 15 rêxistinên civakî yên sivîl, dest bi kar kir.
Di nava komîsyonê de ÎHD, Mazlûm-Der, KESK, TTB, TMMOB, TUYAD-DER, Goç-Der, Meclîsa Aştiyê, Kongreya Demokratîk a Gelan, DÎSK, Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe wenda kirine MEYA-DER, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Însan-Der, Kurdî-Der û VADAY-DER ên Wanê, cih digirin.
Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, li şaxe ÎHD'ê yê Wanê civînek çapemeniyê lidar xistin û destnîşan kirin, ku ew ji ber pêvajoya çareseriyê gelekî kêfxweş in.
"EMÊ PÊVAJOYA VEKIŞÎNÊ BIŞOPÎNIN"
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji bo bidawîbûna şerê 30 salan û çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd, ev pêvajoya hatiye destpêkirin gelek hesas e û ev nuqte hatin destnîşankirin: "Pêvajoya hatiye destpêkirin, ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkê, berpirsyariyên mezin li milê hemû aliyan bar dike. Di sala 1999'an de pêvajoyeke bi heman rengî destpê kiribû û bûyerên di wê demê de rû dan, fikar û gumanên me zêde dikin. Ji bo heman pirsgirêk rû nedin, emê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin. Ji bo ev pêvajo bi selametî bi dawî bibe, em bang li rayedarên dewletê û raya giştî dikin, ku bi niyeteke baş û berpirsyar tevbigerin."
"YÊN ZERARÊ BIDIN PÊVAJOYÊ DÊ WERIN REXNEKIRIN"
Di daxuyaniyê hat gotin, ku komîsyona şopandinê dê vekişîna gerîlayên HPG'ê bişopîne û di şerekî gengaz ê rû bide de, wê berpirsyarên van şaşiyan rexne bikin.
Dİ dewama daxuyaniyê de weha hat gotin; "Emê liv û tevgera cerdevanan bişopînin û pêşî li hewldanên provokatîf bigirin. Tîmên taybet, tabûr û tûgayên demî yên bi taybetî ji bo Bakurê Kurdistanê hatine avakirin, wê ji nêz ve bên şopandin. Her weha dê ji bo tespîtkirina qadên mayinkirî xebat bê meşandin. Qereqolên kontrola nasnameyan dikin û xebatên avakirina qereqolên nû jî, dê bibin mijarek ji xebatên şopandinê yên komîsyonê."