‘Komîsyona Pêvajoya Çareseriyê’ hate qebûl kirin
‘Komîsyona Pêvajoya Çareseriyê’ hate qebûl kirin
‘Komîsyona Pêvajoya Çareseriyê’ hate qebûl kirin
Pêşniyara Komîsyona Pêvajoya Çareseriyê ku pêşkêşî Meclisa Tirkiyeyê hat kirin, ji aliyê AKP û BDP'ê ve hat erêkirin û biryara avakirina komîsyonê hat dayîn. Komên CHP û MHP'ê jî li dijî pêşniyarê dengê xwe bikar anîn.
Pêşniyara Komîsyona Çareseriya Pêvajoyê ku îro ji bo pêşniyarên lêgerînê sibê ji bo 4'emîn pakêta darazê û roja pêncşemê jî Pêşnûmeya Guherînên di Zagona Di Dadgehên Usûla Hiqûqê de pêşkêşî Lijneya Giştî kir. Pêşniyara avakirina komîsyonê ji aliyê komên MHP û CHP'ê ve hat redkirin. Pêşniyara avakirina Komîsyonê ji aliyê AKP û BDP'ê ve hat erêkirin û biryara avakirinê hat dayîn.
Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasip Kaplan diyar kir ku, li Tirkiyeyê 30 salin şerek heye û ji bo êş, pevçûn kuştin û mirin bi dawî bibin û pirsgirêk çareser bibe divê ev komîsyon bê avakirin. Kaplan da zanîn ku, ji bo çareseriyê ji bilî meclisê tu navnîşanê din tune û wiha got: "Ma ne cihê axaftina pirsgirêkan meclise. Ma ne cihê çêkirina zagonan meclise. Wê demê divê komîsyonê jî ava bike û ev komîsyon pirsgirêkê lêkolîn bike. Divê pirsgirêk aşkere bên axaftin. Ji her demê bêtir piştgiriya gel a pêvajoyê heye. Navnîşana çareseriyê meclise û divê kes ji vê yekê nereve.
Piştî axaftinên endamên komên partiyan pêşniyara koma AKP'ê ya komîsyonê hat erêkirin.