Komîsyona Jinan a KNK’ê bal kişand ser Zeynep Celaliyan a ku li Îranê di girtîgehê de ye. KNK’ê di daxuyaniya xwe de got ku, “Li gor agahiyên fermî hejmara kesên bi vîrusa corana ketina 171 hezarî derbas bûye. Hejmara miriyan heşt hezarî derbas bûye û di nav 24 saetên dawî de 72 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Di heman demê de vîrusa koronayê di nav zindanên Îranê de jî belav dibe û metirsiyên mezin li ser jiyana girtiyan dike.
Rayadarên rejimê ragihandin ku bi sedema vîrusê bi dehan hezar girtî efû kirine an jî destûr dane ku girtî derkevin derveyî zindanê. Bi dehan girtiyên siyasî ji vê efûyê sûd wernegirtin û li zindanan man.
Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku ev 13 sal in di zindanên Îranê de ye, bi vîrusa koronayê ketiye. Li gor agahiyên bavê wê Elî Celaliyan ragihandiye, rayedarên zindanê keça wê bi koronayê xistine û rayedar destûrê nadin ku keça wî di nexweşxaneyeke derveyî zindanê de were dermankirin.
Eşkere ye ku rejima Îranê bi armanca şikandina îradeya azadiya jinan, zext û erîşên xwe firehtir dike. Ev siyaseta xwe bi giranî li ser girtiyên siyasî û bi taybet li ser girtiyên jin dimeşîne.
Em Komîsyona Jinan a KNK’ê bang li tevahî rêxistinên mafê mirovan û rêxistinên jinan dikin ku li hember siyaseta rejima Îranê ya li dijî girtiyên siyasî û taybet li hember rewşa Zeyneb Celayan bêdeng nemînin. Ji ber ku bêdengî dibe sedema metirsî ya li ser jiyana Zeyneb Celayan û dehan girtiyên din. Her wiha ji bo parastina jiyana wan, Zeynep Celaliyan di serî de, em dixwazin ku hemû girtiyên siyasî werin berdan.”