Komîserê NY: Mafê we heye hûn li Efrînê şer bikin
Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Ra’ad el Hüssein têkildarî pirseke li ser Efrînê got ku, “Mafê we heye ku hûn ji bo heqên xwe şer bikin.”
Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Ra’ad el Hüssein têkildarî pirseke li ser Efrînê got ku, “Mafê we heye ku hûn ji bo heqên xwe şer bikin.”
Di çarçoveya Festîvala Fîlm û Forûmê ya Navneteweyî ya li ser Mafê Mirovan a Cenevreyê bi beşdariya Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Ra’ad el Hüssein li ser mafên mirovan panelek hate lidarxistin.
Di panelê de Kurdan mafê axaftinê stendin û bal kişandin ser êrîşên li ser Efrînê.
ÇalakgerêLBGT-İ Rosîda Koyûncû alaya YPJ’ê vekir û piştî ku qala girîngiya têkoşîna YPJ’ê ya li dijî DAÎŞ’ê kir, têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê li ser bêdengiya Neteweyên Yekbûyî pirsek ji Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Ra’ad el Hüssein re kir.
El Hüssein bêyî ku têkeve nav kitekitan diyar kir ku ew şerê li Efrînê dişopînin û got “Mafê we heye ku hûn ji bo heqên xwe şer bikin.”