Komeleya Mafê Mirovan a Sûriyeyê: Bûyerên li Girê Spî tawana şere

Komeleya Mafê Mirovan a Sûriyeyê: Bûyerên li Girê Spî tawana şere

Komeleya  Mafê Mirovan a Sûryeyê bi daxuyaniyekî nivîskî  bûyerên vê dawiyê yên li ser Girê Spî şermezar kirin û di daxuyaniyê de ragihandin ku, bûyerên ku Dewleta Îslamî ya Iraq û El-Şam li Til Ebyadê ( Girê Spî ) li dijî gelê Kurd dike,  polîtîkayek di şibe ya rejîma Sûriyeyê ya li dijî gelê Kurd.

Komeleya Mafê Mirovan a Sûriyeyê a ku navenda wê li paytexta  Birîtanyayê  Londonê ye, îro bi daxuyaniyekî  niviskî li ser malpera xwe ya fermî weşand. Di daxuyaniyê de bûyerên li Girê Spî rû didin şermezar kirin û destnişan kir ku, talankirin û rûxandina mal û malbatên şervanên Kurd yên girêdayî  Eniya El-Ekrad, YPG`ê û  xelkên Til Ebyadê, ji aliyê rêxistina  Dewleta Îslamî a Iraq û El-Şam ve tên pêkanîn em şermezar dikin.

Her wiha di daxuyaniya xwe de êrişa li ser Mala Gel a ji aliyê endamên Dewleta Iraq û El-Şam ve hatî bombe baran kirin û hatî rûxandin jî şermezar kir û da diyarkirin ku, Mala Gel girêdayî  Tevgera Civaka Kurdistanê ye tu têkiliyên bi rêxistinên din re nîne, lê dîsan hat ruxandin ev ji dikeve di asta tewanên şer de.