Komeleya Şêx Seîd: Di hilbijartinê de em li ba mazlûman in

Komeleya Şêx Seîd têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê helwesta xwe diyar kir.  Komeleyê bal kişand ser êrîşên li ser HDP û DBP’ê û diyar kir ku ew li ba mazlûm û bindestan e.

Komeleya Şêx Seîd diyar kir ku hilbijartin di Rewşa Awarte de pêk te û got, “Bi vê hilbijartinê re, ew ê di avadaniya siyasî ya welatê me de guherînên mezin pêk were.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin, “Di vê hilbijartinê de avadaniyên siyasî yên gelê Kurd bendewariyeke xurt çêkiriye lê mixabin bi erênî bi dawî nebû. Lê ligel vî tiştî jî Siyaseta Kurdan a Demokratîk ya li ser xeta HDP û DBP’ê dikeve hilbijartinan. Namzetê wê yê serokkomariyê jî tê de, nêzî 10 parlementerên wê di girtîgehê de ne. Di heman demê de 90 qeyyûm li şaredariyan hatine peywirdarkirin û bi hezaran siyasetmedarên wê hatine girtin.

Di vê hilbijartinê de helwesta me ya bingehîn ev e ku li hemberî zaliman em bi mazlûman re bin. Sekna me ev e ku em li hemberî bêedaletiyê bêdeng nemînin û li ba bindestan bin.

Li gorî vî tiştî hêviya me ev e ku, gelê me dengê xwe bidin nûnerên siyasî yên gelê me yê mazlûm.”