Komeleya 10’ê Cotmehê: Em qatilan nas dikin

Komeleya Aştî û Hevgirtinê ya 10’ê Cotmehê diyar kirin ku di darizandina dozê de pêş ve gav nehatiye avêtin û gotin ‘Me her carê got, em niha jî dibêjin. Em qatilan nas dikin û dizanin.’

Komeleya Aştî û Hevgirtinê ya 10’ê Cotmehê beriya rûniştina doza 47’emîn a Qetlîama 10’ê Cotmehê ya ku 101 kesan jiyana xwe ji dest dan, li pêşiya Dadgeha Enqereyê daxuyanî da.

Seroka Komeleyê Mehtap Sakîncî daxuyanî xwend û diyar kir ku di rûniştinan de heta niha tu gav nehatiye avêtin. Sakîncî got ku, “Daxwazên me pêk nehatin û lêpirsîneke bi bandor nehate kirin. Lê ji bo ku qetlîam neyê jibîrkirin, em bi hemû hêza xwe têkoşiyan. Ji xeynî tespîtkirina 19 bersûcên DAÎŞ’ê di dosyeyê de tu pêşketin tune. Em jî dizanin ku di qetlîameke wisa de tenê 19 endamên DAÎŞ’ê ne berpirsyar in. Me berê got û em niha jî dibêjin, em qatilan nas dikin û dizanin ku ew kî ne.”