Komelên Ciwanan kongreya Meclisa Ciwanên BDP’ê silav kir
Komelên Ciwanan kongreya Meclisa Ciwanên BDP’ê silav kir
Komelên Ciwanan kongreya Meclisa Ciwanên BDP’ê silav kir
Koordînasyona Komelên Ciwanan Kongreya Meclisa Ciwanên BDP’ê ku di 30’ê Mijdarê de li Amedê pêk hat silav kir.
Koordinasyona Komelên Ciwanan ku daxuyaniyekî nivîskî weşandin diyar kirin ku di demekî wiha li Kurdistan û Rojhilata Navîn de pêvajoyekî tekoşîna dijwar heye Meclisa Ciwanên BDP’ê ku di vê pêvajoyê de kongreya xwe bi cûşekî mezin pêk anîn, seknekî pêşengî kirin ji bo înşaya demokratîk a ciwanên Kurd û tekoşîna ji bo çareseriyê ye û diyar kirin ku wê bi pratîka xweya tekoşînê ji bo pêvajoyê bibine bersiv.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ciwan di tekoşîna guhertina civakî û pêşketina wê de rolê pêşketina sereke di leyize û wiha gotin: “Her coxrafiyayekî ku tevgera ciwanan li ser ne bi hêz be pêşketinekî civakî û gûherîn dernakevine holê. Tevgerên ciwanan jî di ferqa vê rola xwe ya kilît û pêşeng de bin û ji bo bigehine cewher û zanista wê pêwiste hemû demê di nava tekoşîn û lêkolînê de bin. Ti pêvajo bê ku tevgera ciwanan rola xwe bileyize bi xetekî rast pêş nakeve.”
Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser ku tekoşîna demokratîk a li Kurdistanê heye wê kongre pêşenga wê bike û wê ji vê pêvajoyê re watebûnê jî qezenc bike û wiha berdewam kir: “Wê pêşengiya tekoşîna demokratîk a li welatê me heye bike û ji vê pêvajoyê re wate qazenc bike. 1. Kongreya Awarte a Meclisa ciwanên BDP’ê ku ji bo di qada tekoşîna demokratîk û qada înşa kirinê de bi rengê ciwanan piştgirî bide vê pêvajoyê hatî li darxistin, em silav dikîn û ji wan re serkeftinê dixwazîn.”