Komeke di ya gerîla gihişt qadên Parastina Medya
Komeke di ya gerîla gihişt qadên Parastina Medya
Komeke di ya gerîla gihişt qadên Parastina Medya
Meşa Çareseriya Demokratîk ya gerîlayan a di 8’ê Gulanê de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir didome. Komên gerîlayan ya di bin fermandariya Dîlan Dersîm û Botan Cîzre di 11’ê Hezîranê de gihiştin qadên Parastina Medya. Koma gerîlayan jia liyê femrandara YJA Star Gulistan Gulha û ji fermandarên HPG Bawer Dêrsîm ve hatin pêşwazîkirin. Bawer Dersîm axivî û got: “Bê guman ev meş, meşa azdiya gelê me ye. Meşa li dora serokatiyê bûna xelekê ye. Lê niha divê bê zanîn ku pêngava hatiye avêtin ne ji rêzê ye. Hem bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û hem jî bo azadiya gelê me ev gelek girînge.
EV MEŞ MEŞA LI DORA SEROKATIYÊ XELEK E
Dersim ji komê re got hun bi xêr hatine û wiha pê de çû: “Meşa li ser banga serokatiya me û biryara tevgera me dest pê kir didome. Bê guman ev meşa azdiya gelê me ye. Meşa li dora seroatiyê xelekbûne. Divê ev neyê jibîrkirin ku ev wisa ne ji rêzê ye. Hem ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û hem jî bo azadiya gelê me ev girînge.”
Dersîm wiha pê de çû: “Em gerîlayên HPG’ê nirxê didin vê. Çi bikeve ser milê me emê bikin. Lê divê li dijî vê pêngav bên avêtin. Divê rola xwe bilîzin. Divê pêngavên pêwist bên avêtin. An jî dê ev hewldan cihê xwe negirin. Divê ev hewldan bê bersiv nemîne. Aliyê din divê peywira xwe bînin cih. Pêngavên dewleta tirk bavêjin dê piştgiriyê bidin pêvajoyê.
Fermandarên koman Dîlan Dersîm û Botan Cîzre jî diyar kir ku zivistana îsal di çarçoveya hamleya şer a gel ya şoreşger de bi rêxistin kirine.
Fermandaran diyar kir ku hamleya gel a şoreşger ya 2012’an de bi aliyekê ve encam girtiye û ji ser vê derketine rê û di sala 2013’an de hamle bilintir kirine. Fermandaran da zanîn ku ger dewleta tirk di nava lîstik û planên din de cih bigire dê HPG’ê çawa hat dê wisa biçin.
Fermandaran da zanîn ku têkoşîna wan dê heta azdiya Ocalan û gelê kurd bidome.