KOMAW'ê ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kir

KOMAW'ê ji bo çalakiyên ku wê îro werin lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo çalakiyên ku îro li bajarên Koln, Essen, Dortmûnd, Mannheîm, Freîbûrg, Saarbrucken, Bremen, Hambûrg, Hannover ên Elmanyayê û li bajarê Arnhem ê Hollandayê werin lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bila dewleta Tirk a dagirker û faşîzma dîktatoriya Erdogan-Bahçelî baş zanibin ku dîroka Kurdan dîroka berxwedanê ye. Ti carî teslîmî dijminê xwînxwar nabe."

Di daxuyaniyê de bang li her kesên ku nirxên mirovahiyê diparêzin, ji xwe re dibêjin 'em mirov in' hate kirin ku ji bo nebin şirîkê vî sûcî li her cihî dengê xwe bilind bikin û tevlî çalakiyan bibin.

Di daxuyaniya KOMAW'ê de hat gotin, "Divê wijdan rabin ser piyan" bang li gelê Kurdistanê û dostên wan hate kirin ku bi xurtî tevlî çalakiyên ji bo xwedîderketina li Efrînê tên lidarxistin bibin.