Komalen Ciwan: Ciwan divê tevlî PKK’ê bibin

Komalen Ciwan: Ciwan divê tevlî PKK’ê bibin

Koordînasyoan Komalên Ciwan banga ‘Bi ruhê 6-7’ê Cotmehê divê em her qadê biguherin Kobanê û bibin ji kesên ku dîrokê dinivîsin. Divê hemû ciwanên Kurdistan û cîhanê  tevlî nav refên PKK’ê ku xeyala jiyanek azad lê pêk tê, bibin.”

Koordînasyona Komalên Ciwan bi munasebeta 36’emîn salvegera PKK’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku 36 sal berê komeke xwendekaran li Enqereyê li dijî qirkirinên fîzîkî û çandî yên li Kurdistanê dihatin kirin xwe rêxistin kirine û berê xwe dane Kurdistanê.

BÛ DENGÊ HEMÛ BINDESTAN

Di berdewamiya daxuyaniyê de  wiha hat gotin: “Ev koma ku tehemulî qirkirinan nekiriye, li Kurdistanê bi gotina Rêbertî, ‘Ji bo Kurdan ji bin betonê derxin’ ketin rê. Koma ku her kesî jê re digotina ‘telebe’, ‘Apocî’, bi şehadeta Heval Hakî Karer ku Rêber Apo jêre digot ‘Ruhê min yê veşartiye’, ber bi partîbûnê çûye û bi berxwedana zindanê re gihiştiye nasnameyê û îro jî li Şengalê, li Kobanê bi berxwedanên xwe li rojeva hemû cîhanê rûniştiye. Bûye deng, hêviya hemû gelên bindest û yên tên mêtin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku PKK bi şoreşa Rojava re li Sûriyeyê gelek bawerî, çand û ji her netewe jin û mêr anî cem hev û zîhniyeta netewe dewletê bê bandor hiştiye, ispat kiriye ku dest ji netewe demokratîkbûnê nayê berdan. Her wiha hat bilêvkirin ku ev şoreş ne tenê ji bo çar parçeyên Kurdistanê ji bo hemû Rojhilata Navîn û Cîhanê mînak e û got: “ Lêgerîna ciwanên ji Enqereyê destpê kiriye, bi Hakî, Kemal, Alî, Ferhatan destpê kiriye, bi Bêrîtan, Zîlan, Arjîn û Sarayan mezin bûye û îro jî li Rojava bi Ronahî, Jiyan, Mawa, Brûsk, Genco û Arînan derketiye asta lutkeyan."

DIVÊ HER DER VEGUHERE KOBANÊ

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku tevgera wan a destpêke ciwan û serkeftinek ciwan esas digire ne tenê ciwanên Kurdistanê, ji gelek derên cîhanê ciwan li Kobanê heta dawiya dilopek xwîna xwe têdikoşin. Daxuyanî wiha berdewam kir: “Li ser van esasan em ciwanên Kurd divê xwedî li mîrateya şehîdên xwe derkevin û bi ruhê 6-7’ê Cotmehê her derê bikin Kobanê û bibin ji kesên ku dîrokê dinivîsin. Divê hemû ciwan biherikin qadên PKK’ê.”