Komalên Ciwan: Berxwedana Efrînê wê bibe bersiva 15'ê Sibatê

Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir ku hêzên komploger niha jî li Efrînê ketine dewrê û got, "Ya ku hêvî dikin wê li Efrînê bi dest nexistin û wê têk biçin."

Koordînasyona Komalên Ciwan bi wesîleya salvegera komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, tevî komployê jî têkoşîna azadiyê pêl bi pêl mezin bûye û hat gotin, "Ruhê berxwedanê yê ku Rêber Apo da gel û tevgera me, ji çar parçeyên Kurdistanê belavî tevahiya cîhanê bûye û xwe gihandiye gelan. Her der kiriye keleha berxwedanê û qada têkoşînê. Li şûna Kurdên ku hatibûn tepisandin, rastiya gelekî afirand ku hesab ji dewletên komploger dipirse."

'EFRÎN BI RUHÊ RÊBER APO LI BER XWE DIDE'

Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir ku hêzên navdewletî daxwaza xwe ya berî 20 salan bi komploya li dijî Ocalan xwestin bi cih bînin, îro hewl didin Efrînê pêk bînin û got, "Komploya navdewletî îro careke din li Efrînê pêk tê. Careke din dixwazin vîna Kurdan biceribînin. Lê belê dost û dijmin wê her kes bibîne ku Efrîn ji bo Kurdan keleha berxwedan û serketinê ye. Dewleta TC a faşîst mêtinger û dûvikên wê, hêviya ku ji Efrînê dikin wê nikaribin bibînin. Wê bi derba herî giran a dîroka xwe têk biçin. Ji ber ku ruhê ku li Efrînê li ber xwe dide mîna Kobanê, Sûr û Cizîrê ruhê Rêber Apo ye. Hêza îradeyê ye ku Rêber Apo di nava gel de afirandiye. Ev îrade wê ti carî serî netewîne. Ev îrade wê ti carî têk neçe, wê ti carî teslîm nebe û hêzên komploger têk bibe. Berxwedana Efrînê wê bibe bersiv ji komploya 15'ê Sibatê re."

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku di çarçoveya pêngava "Serî Hilde" de bi dehan ciwanan berê xwe dan eniyên berxwedanê yên Efrînê û wê ji niha û pê ve jî bi ruhê seferberiyê cihê xwe li eniyên berxwedanê cih bigirin.