Koma Meclîsê ya HDP'ê: Em ê bi ser bikevin

Partiyên siyasî, sendîka, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî civîna Koma Meclîsê ya HDP'ê bûn û piştgirî dan. Di civînê de peyamên hevserokan hatin xwendin û bi biryarî hate gotin ku wê siyaseta demokratîk bê xurtkirin.

Civîna Koma Meclîsê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî girtina  hevserok û parlamenteran di 4'ê Mijdarê de cara yekem hat lidarxistin. Nûner û balyozên 38 welatan, EMEP, Partiya Pêşeroja Çep û Keskan, Partiya Şoreşger, Halkevlerî, ESP, ODP, TMMOB, KESK, TTB, DÎSK jî  beşdarî civînê bûn. Ji ber ku di salonê de cih nema kursî jî salonê hatin bicihkirin. Lê vî jî têre nekir û gelek kesan li ser piyan civîn  şopandin. 

Li salonê pankarta ku li ser wêneyên hevserok û parlamenteran, nivîsa "Teqez em ê bi ser bikevin" hate daliqandin. Di civînê de  dirûşmên "HDP gel e, gel li vir e" "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin. Piştre jî parlamenter bi çepikan hatin salonê. 

Di destpêka civînê de Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel axivî.

Demîrel diyar kir ku bi zextên giran re rû bi rû ne û di van rojan de piştevaniyê bi vî rengî moralê dide wan û wiha got: "Ên ku xwestin îradeya gelê me teslîm bigirin di 4'ê mijdarê de darbeyeke siyasî pêk anîn û hevserok û parlamenterên me dîl girtin. Ez silav û rêzên xwe ji hevserok û parlamenterên me re dişînim."

Demîrel destnîşan kir ku girtina hevserok û parlamenteran li dijî îradeya gel darbe ye û wiha berdewam kir: "Rêhîn girtin parçeyekî girîng a darbeya siyasî ya ku di 7'ê Hezîranê de dest pê kir e. Ya ku têteslîmgirtin îradeya 6 milyon hilbijêran e. Yên ku meclîs anîn şaxekî Qesrê îro dibêjen qey bi dîlgirtinê ve îradeya me bişikênin. Em ê li dijî hemû pêkûtî û girtinan li ber xwe bidin. Em ê di qada siyaseta demokratîk de biryariya xwe bidomînin. Teqez em ê bi ser kevin."

Piştî axaftina Demîrel peyama ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji Girtîgeha Kandirayê şand hate xwendin. 

YUKSEKDAG: WÊ HEZKIRIN Û WÊREKÎ BI SER BIKEVE

Di peyema Yuksekdag de wiha hate gotin: "Tevî hemû tiştan jî nikarin hêvî û berxwedêriya me bişikênin. Li hundir jî li derve jî HDP û em ji bo Tirkiyeyê tekane alternatîfa azadî û demokrasiyê ne. Tirsên wan ji ber vê yekê ye. Bila tu kes morala xwe xira neke. Bila ji bîr nekan ev nifrîn û êrîşkarî ji ber tirsê ye. Teqez wê hezkirin û wêrekî bi ser keve. Bi silav û hezkirinên xwe ve."

DEMÎRTAŞ: LI DÎJÎ FAŞÎZMÊ XURTKIRINA BERXWEDANÊ TEKANE RÊ YE

Piştre jî peyama Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hate xwendin. 

Di peyama Demîrtaş de jî wiha hate gotin: "Divê neyê jibîrkirin ku ev êrîşa li dijî me li dijî hêzên demokrasiyê ye. Di şertên pêkûtîker de li cem hev sekinandin li dijî faşîzmê têkoşîna hevpar xurtikirin tekane rê ye. Ev împaratoriya tirsê wê di demeke kin de hilweşe. Em ê baweriya xwe ya ji bo demokrasiyê winda nekin û di hemû şert û mercan de têkoşîna xwe bidomînin. Em di hundirê çan diwaran de bin jî bêyî ku em di bin heman asîmanê de de ji bîr bikin em ê ji govenda azadiya sûdê werbigirin.  Ez silavên xwe ji hevrêyên ku li derve xebatê dimeşînin ji ciwan û jinan re silavên xwe dişînim."

Piştî peyamên hevserokan têkîldarî bincavkirina parlamenteran a di 4'ê mijdarê de û civînên komê yê berê yê hevserokan sînevîzyon hat pêşandan.