Koma CHP û MHP’iyan êrîşî avahiya BDP’ê kir

Koma CHP û MHP’iyan êrîşî avahiya BDP’ê kir

Li Enqereyê piştî meşa li dijî êrîşa polîsan ên li hemberî berxwedêrên Parka Geziye pêk hat, koma ku endamên CHP'ê û MHP'ê jî hebûn, bi keviran êrîşî avahiya BDP'ê ya Mamakê kirin. Di êrîşê de avahiya ku nêzî 20 endam û rêveberên BDP'ê têde bûn, camê wê şikandin.

Duh di saetên nîvro de bi hezaran kesên ku êrîşa tund ya polîsan a li dijî berxwedêrên Parka Geziyê şermezar kirin meş pêk anîn. Piştî meşa hezaran kesan di saetên êvarî de koma ku di nav de endamên CHP'ê û MHP'ê jî hebûn, bi keviran êrîşî avahiya BDP'ê ya Mamakê kirin. Di êrîşê de avahiya ku nêzî 20 endam û rêveberên BDP'ê têde hebû, camê wê şikestin. Li gel ku rêveberên BDP'ê agahî da Serok Wekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan agahdar kir û Buldan li Wezîrê Navxweyî geriya jî piştî 3 saet şûnde polîs çû cihê bûyerê.

Têkildarî bûyerê Hevseroka BDP'ê ya Mamake Yildiz Bahçecî diyar kir ku, li gel Wezîrê Navxweyî 3 saet berê got polîsan dişîne cihê bûyerê jî hêj polîs nehatine. Bahçeci anî ziman ku, piştî meşê koma ku di nav de endamên CHP û MHP'ê jî hebûn li dijî avahiya wan êrîş pêk anîn. Bahçecî da zanîn ku dema nêzî 15-20 endam û rêveberên wan di avahiyê de bûn êrîş pêk anîn û hemû camên avahiyê hatin şikandin.

Bahçecî destnîşan kir ku, bi saetan endam û rêveberên jin xwe li ber avahiyê kirin mertal û avahî parastin û piştî 3 saetan polîs hatin. Bahçeci diyarkir ku, piştî êrîşkar belav bûn ew jî ji avahiyê derketin û belav bûn.