Koma Berxwedan Huseyîn Çîftçî bibîr anî

Koma Berxwedan bi wefadarî û rêzdarî, Kedkar û evîndarê Muzîka Kurdî hevalê xwe Huseyîn Çîftçî bibîr anî.

Koma Berxwedan bi daxuyaniyekê kedkarê Çand û Hunera Kurdî Huseyîn Çîftçî bibîr anî û got: “Em ti carî ked û fedekariya hevalê xwe Huseyîn Çîftçî ji bîr nakin! Sekin, helwest û hevaltiya Huseyin wê herdemê di kar û xebatên me de pîvana fedekarî û xizmeta civakêbin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di zagona xwezayê de kesekî bi fizîka xwe gerdunî, an dunyawî dijîn nîne! Rêya herî rast ew e, ku mirov bi afirandinên xwe, helwest û keda bo mirovahiyê, temen û jiyanê watedar û mayînde bike ye!

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Ji 25 Sala bêhtir e, Hüseyin Çiftçi di xebatên me yên çand û hunerê de, din her şert û mercên giran de, di her zehmetî û astengiyê de, di her çalakî û li her qadê de, xwe wekû endamekî Koma Berxwedan çalak û xizmetkar dît, her gavê ji dil û baweriya xwe xizmet û fedekariya xwe bo doza gelê xwe pêşkêş kir.
Di rastiya jiyana Huseyîn Çîftçî de, heyam û çanda Heval Huseyin pê mezin bûye, her weha, piştî naskirina tekoşîna gelê xwe, ji bo hevalê Huseyin Çîftçî mînaka mirov du temena bijî bike ye.
Bi naskirin û peywendiya bi kar û xebatên çand û hunerê re, hevalê Huseyîn ji nuh ve rastiya xwe, nasname pêwiriya xwe, kok û girêdana xwe “aîdet” nas kir!

Hevalê me Huseyîn bi salên dirêj û di bin her mercê de, xizmet, dayîna kedê û girêdana xwe bi tekoşîna gelê xwe re, her demê bi rêz û hezkirin domand. Di hemû şert û zehmetiyan de, herdemê rêzdariya xwe li hemberî fedekariya gel û şoreşê ti caran lewaz nekir.

Di destê hevalê Huseyîn de ger çi kar û xebat heba, ango dibû mijara kar û xebata hevalan destên xwe ji hemu karên derve dikêşand û digot: ‘Ev delameta me mirovahiyê ye! Zêdeyê 25 sale, li qadên mîtîngan, li festîval, çalakî, şahî û şadîmaniyên gelê me li dervey welat, barê van xebat û tekoşînên bêhempa, ji aliyê teknîkî û hwd. Bi kelecan û fedekarî hevalê Huseyîn dida ser milên xwe.

Di kar û xebatên stodyo ya produksîon û tomarkirina berhemên hunermendan, hevalê Huseyîn bûye qasîdê gelek hunermendên Kurd!

Em endamên Koma Berxwedan, ti carî ked û fedekariya hevalê xwe Huseyîn Çîftçî ji bîr nakin! Sekin, helwest û hevaltiya Huseyin wê herdemê di kar û xebatên me de pîvana fedekarî û xizmeta civakêbin.”