Koçyîgît: Tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye

Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser pêşdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser destpêkirina pêvajoya şer û got, "Nîşaneya bingehîn a polîtîkayên şer ên AKP'ê, tecrîda li Îmraliyê ye."

Parlamentera HDP'ê û Endama Komîsyona Mafên Mirovan Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li girtîgehan hemûyan belav bûye. Koçyîgît li ser grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger ên li girtîgehan jî axivî û ragihand ku asta niha ya grevê, hişyarî ye.

Parlamentera HDP'ê Koçyîgît ragihand ku sazîbûna faşîzmê ya li Tirkiyeyê bandoreke mezin li gelên Tirkiyeyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêkanînên li Girtîgeha Îmraliyê dike û got, "Piştî ku li Tirkiyeyê atmosfer guherî, bi taybetî jî piştî ku hikumeta AKP'ê li nava dewletê bi cih bû, rejîmeke nû ava bû.

Tirkiye kete ser rêyeke welê ku AKP bû dewlet û ber bi rejîmeke olperest ve çû. Van guhertinan bi rengê yekser û neyekser bandor li hevdîtinên bi Birêz Ocalan, çareseriya pirsgirêka Kurd û civakên Tirkiyeyê kir. Cihê ku herî zêde ev bandor lê tê dîtin, Girtîgeha Îmraliyê ye."

Koçyîgît bi bîr xist ku gelê Kurd Ocalan weke îradeya xwe dibîne û got, "Li dijî Birêz Ocalan konsepteke taybet tê meşandin. Nîşaneya polîtîkayên şer ên AKP'ê, polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka Kurd, tecrîda li Îmraliyê ye."

TECRÎD NE TENÊ LI DIJÎ BIRÊZ OCALAN E

Koçyîgît anî ziman ku tecrîd ne tenê li Îmraliyê û wiha dewam kir: "Tecrîdkirina Birêz Ocalan ne tenê li dijî Birêz Ocalane. Em qala guhertineke berfireh a rejîmê dikin, qala tekperestîkirina kodên dewletê, pêşveçûna zîhniyeta îttîhat-terakkî, sazîbûna faşîzmê dikin. Yek ji nîşaneyên vê jî Girtîgeha Îmraliyê ye, nîşaneya din jî binpêkirina mafên mirovan, tecrîda li girtîgehan, kuştina bêdaraz, gulereşandina li mirovan, kuştina mirovan a ji ber Kurdbûnê, zêdebûna tundiya li jinê û desteserkirina mafê rêxistinbûnê ye.

Ev hemû bi hev ve girêdayî ne. Pêwendiya xwe bi rejîma serokatiyê ya nû, bi rejîma yek kesî ya li Tirkiyeyê heye, ku gav bi gav otorîter dibe, ji demokrasiyê dû dikeve. Jiholêrakirina tecrîda li Îmraliyê, guhertina nêzîkatiyê di heman demê de afirandina aqlekî çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê. Gotin di cih de be, Îmrali li navenda pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye. Kî dixwaze li vî welatî wekhevî, azadî, demokrasî, aştî û nan hebe, divê zanibe ku heta pirsgirêka li Îmraliyê nebîne, heta tecrîdê nebîne, kiryarên li dijî gelê Kurd nebîne, ti gaveke mayinde nikare bê avêtin, wê mafê jiyanê yê mirovan timî bê binpêkirin."

'GREVA BIRÇÎBÛNÊ HIŞYARÎ YE'

Koçyîgît bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan di 27'ê Mijdarê de dest pê kir, ji bo bidawîkirina tecrîdê û qedandina binpêkirina mafên mirovan e û got, "Gelek sedemên greva birçîbûnê heye, tecrîd jî yek ji wan e. Qedexekirina hevdîtinan a bi hinceta ewbê, kêmkirina hevdîtinên girtî, astengkirina mafên herî însanî ji hincetên greva birçîbûnê ne.

Ev greva birçîbûnê divê weke hişyariyek ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê bê dîtin. Lê belê em zanin ku greva birçîbûnê ya 5 rojan, di nava şert û mercên heyî yên girtîgehan de, di nava şert û mercên şewbê de rîskên gelekî mezin bi xwe re tîne. Nexwarina ji bo 5 rojan berxwedêriya bedena mirovan lawaz dike."

DIVÊ GAV BÊ AVÊTIN

Koçyîgît anî ziman ku divê hikumet bi lez têkildarî greva birçîbûnê tedbîran bigire û beriya ku grev veguhere bêdem, divê gavê biavêje.