Koçak: Dem dema berxwedanê ye
Li Cenevreyê Mehmet Alî Koçak ji bo rakirina tecrîdê 50 roj in di greva birçîbûnê de ye. Koçak got ku “Dem hatiye ku em dîwarê bêdengiyê hilweşînin.”
Li Cenevreyê Mehmet Alî Koçak ji bo rakirina tecrîdê 50 roj in di greva birçîbûnê de ye. Koçak got ku “Dem hatiye ku em dîwarê bêdengiyê hilweşînin.”
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven grevên birçîbûnê hatibû destpêkirin. Li Cenevreyê jî Mehmet Alî Koçak di 20’ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye.
Polîsên Cenevreyê destûr nedabûn ku Koçak li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiya xwe bidomîne. Koçak niha çalakiya xwe li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk didomîne.
‘DIVÊ DERIYÊN ZINDANA ÎMRALIYÊ WERE VEKIRIN’
Di roja 50’emîn a berxwedanê de Koçak ji ANF’ê re axivî û got ku “Tişta girîng ev e ku divê dîwarên bêdengiyê were hilweşandin û deriyê zindana Îmraliyê were vekirin. Tecrîd sûcekî mirovayetiyê ye, divê ne bi tenê Kurd her kesên ku ji xwe re dibêje ez mirov im, dengê xwe bilind bike. Xwezî me jî zûtir dest bi vê berxwedanê bikira. Heta ku em encamekê bistînin wê berxwedana me bidome û em ê tecrîdê bişkînin. Em bi moral in û li ser xwe ne. Em bawer in ku em ê bi ser bikevin.”
ÇETE TIRKIYEYÊ BI RÊ VE DIBIN
Koçak diyar dike ku li Tirkiyeyê bi navê dewletê tu sazî nemaye û got ku, “Ev çete li ser xwîna Kurdan dixwaze li ser pêyan bimîne. Ya ku DAÎŞ ava kir jî çeteyên li Tirkiyeyê ne. Ev çete têkçûna DAÎŞ’ê qebûl nakin û êrîşî Kurdan dike. Tecrîda li ser Rêbertiya me jî parçeyekî vê polîtîkayê ye.”
Koçak bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan tê domandin û got ku “Li girtîgehan li ser hevalên me, tecrîdeke giran heye. Beramberî vî tiştî berxwedaneke qehremanî jî heye. Divê gelê me guh bide qîrîna li girtîgehan. Êdî ne dema rawestandinê ye. Ji destê kê çi tê, divê wî tiştî bike. Daxwazên me, daxwazên mirovayetiyê ne, tecrîd jî sûcekî mirovayetiyê ye, divê tu kes li hemberî vî tiştî bêdeng nemîne.”